Karkerên zireatê qeza kirin: 2 mirî 15 birîndar
Li navçeya Pirsûsa Rihayê wesayîta karkerên zîreatê û wesayîteke din li hev qelibîn, di qezaya ku pêk hat de 2 kes mirin û 3 jê giran tevde 15 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta karkeran li derketine gundê Serketa Pirsûsê û wesayîteke din li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes mirin û 3 jê giran tevde 15 kes birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê û kesên mirî jî rakirinin mirîxanê.
Hat hînbûn navên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane Halîk Ateş û Bozan Ateş e.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)