• DOLAR 32.445
  • EURO 34.469
  • ALTIN 2472.773
  • ...
Dayika ku bi nexweşiya fîlê ye: Ez dixwazim li zarokên xwe yên astengdar binêrim
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nebahat Ateşa 51 salî ya ku li Diyarbekirê dijî, berî vê 5 salan bi nexweşiya Lenfodema ku di nava xelkê de bi navê ‘Nexweşiya Fîlê’ tê naskirin ket. Dayika Nebahat di derbarê mijarê de destnîşan kir ew berî vê 5 salan çûye nexweşxanê û wê demê ji ber ku li ser nexweşiya wê nesikînîne û pê eleqedar nebûne lingên wê werimîne û ew êdî nikare birêve biçe.

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir 2 jê astengdar tev de 7 zarokên wê hene  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xeyaleke min tenê heye. Ez dixwazim demildest baş bibim û li zarokên xwe yên astengdar binêrim.Mêrê min bêkar e, em bi meaşa lênihertina zarokên xwe hewil didin debara xwe bikin.Ez ji rayedaran alîkariyê teleb dikim.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de di derbarê rewşa xwe de wiha axivî: “Berî vê 5 salan kîloyên min zêde bûn, lingên min werimîn.Ez çûm nexweşxanê, lê belê teşhîsê nedanîn.Derzîkek li min dan û heb da min û min şand malê.Dema ku ez herî dawî çûm nexweşxanê ji min re gotin ku nexweşiya fîlê bi te re heye.Berî niha ez digel zilamê xwe dixebitîm.Ji ber ku fitiqa pişt bi min re derket ez mecbûr mam ku dev ji karê xwe berdim.Ez herî zêde dixwazim birêve biçim, bigerim, herim bazarê, ji zarokên xwe re xizmetê bikim û paqijiyê bikim.”

Ateş di dawiya axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir da ku arîkariya wê bikin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir