Di qezaya trênê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya trênê ya ku li Îslamabada Pakîstanê pêk hat de 17 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Îstasyona Trênê ya bajêra Landhiya Karaçiya Pakîstanê du trên li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de 17 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 jê giran tev de 50 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin qeza ji ber xetaya sînyalê pêk hatiye.Her wiha hat hînbûn ji ber ku xebatên xelaskirinê li cihê qezayê tên kirin temamê seferan hatine betalkirin.(ÎLKHA)