Li Fransayê 4 mizgeft hatin girtin
Li Fransayê di bergeha OHALê de 4 mizgeft ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatin girtin.
Li Fransayê di bergeha OHALê de 4 mizgeft ji teref Wezareta Karên Hundir ê Fransayê ve bi hinceta belavkirina îdeolojiya radîkal hatin girtin.
Di daxuyaniya nivîskî a ku ji teref Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Bernard Cazeneuve ve hat dayîn de hat ragihandin 4 mizgeftên ku li heremên Les Yvelînes, en Seîne-Saînt-Denîs û le Val-de-Marne ne hatine girtin.
Hat hînbûn ji Berfanbara 2015an vir ve li Fransayê zêdetirî 20 îbadetxaneyan hatine girtin.(ÎLKHA)