• DOLAR 32.579
  • EURO 35.03
  • ALTIN 2428.678
  • ...
Mexdûriyetên ku hevkariya FETO-PKKê ji wan re bûne sedem li benda çareseriyê ne-3
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di van bûyerên 6-8ê Cotmehê yên ku qala wan hat kirin de li Tarsûsa Mêrsînê jî gelek kes rasta êrîşên PKK/HDPyiyan hatin û di van êrîşan de malên gelek kesî zirar dît û gelek kes mexdûr bûn.Her wiha di van bûyeran de çavê hinek ji wan kor bû  û gelek kes jî birîndar bûn.Însanên dîndar en ku li Tarsûsê bûn hedefa êrîşan di derbarê mijarê de destnîşan kirin digel ku 2 sal ji ser bûyeran derbas bûbe jî zirara wan nehatiye tazmînkirin.

Him di êrîşên 6-8ê Cotmehê de û him jî di mexdûriyetên ku piştî pêvajoya êrîşên   ku pêk hatin  de  hevkariya  PKK-FETO ya li heremê derket holê û ev yek di çapemeniyê de jî cihê xwe girt.

Nexasim piştî teşebûsa darbeya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîkayê hat kirin re têkilîyên qirêj û tarî yên li Tirkiyê derketin holê.Di encamê de hat dîtin ku êrîşên 6-8ê Cotmehê, stratejiya çalan a PKKê û teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ji hev ne cuda ne û bi hev re têkildar in.

Di bergeha van têkilîyên qirêj de hinek caran polês û endamên darazê yên ku têkiliya wan bi FETO re hene û hinek caran jî çalakîyên şidetê yên PKKê bûn sedema mexdûriyetan.Kesên ku hatin mexdûrkirin di her platformê de hewil dan dengên xwe bilind bikin, bi heman awayî li Tarsûsa Mêrsînê jî  gelek kes hatin mexdûrkirin. Kesên mexdûrkar ên ku heta niha mexdûriyeta wan nehatiye dîtin qala mexdûriyetên xwe kirin.

Dîsa her weke ku tê zanîn di van bûyer û êrîşên 6-8ê Cotmehê de li Tarsûsa Mêrsînê 7 kargeh, 2 mal, 2 otomobîl, 2 motosîklet hatin talankirin, temsîlkariyên partîyên siyasî û STKyan hatin şewitandin û çavekî kesê bi navê Hesen Atim kor bû.Kesên ku di van bûyeran de mexdûr bûbûn di derbarê êrîşên 6-8ê Cotmehê de daxuyaniyên balkêş dan.

Kesên mexdûr di derbarê mijarê de destnîşan kirin ev êrîş ji teref Walîtiya Mêrsînê ve di bergeha ‘Bûyerên Terorê’ de nehatine hesibandin û ji wan re bedela tu zirarê nehatiye dayîn.

Beşîr Kurtê ku li Taxa Barbarosê nanpêjiyê dike di derbarê mijarê de  diyar kir çendîn caran êrîş li dikana wî hatiye kirin û  ji ber van êrîşan nêzî 20 hezar lîre zirar di dikana wî de pêk hatiye  û ev zirara wî bi tu awayî nehatiye tazmînkirin.

Beşîr Kurt di berdewama axavtina xwe de wiha pê de çû: “Di 6-8ê Cotmehê de êrîş li dikanên kesên dîndar hatin kirin.Di van êrîşan de em jî mexdûr bûn.Di 6ê Cotmehê de piştî ku min dikana xwe girt re ez çûm mala xwe.Dû re cîranên min li min gerîyan û ji min re gotin ku bi çekan û molotofan êrîş li dikana te hatiye kirin.Me jî li polêsan geriya û ji me re gotin ‘A niha taxa Barbarosê di teyakkuzeke cîddî de ye , em jî nikarin têkevin taxê, li çareya serê xwe binêrin.’Pişt re ez hîn bûm ku kesên êrîşkar belav bûne, wê demê ez û hevkarê min digel hev çûn dikanê.Min dît ku di dikana min  de texrîbateke mezin pêk hatiye.”

 “Ji  ser bûyeran 2 sal derbas bûn, lê hêj ji bo zirarên me tiştek nedan me”

Kurt di berdewama  axavtina xwe destnîşan kir piştî ku ji ser bûyeran heftîyek derbas bû re ji walîtiyê komîsyona tesbîta xisarê hatiye ba wan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Komîsyon, zirara min 20 hezar lîre nîşan da. Ji  ser bûyeran 2 sal derbas bûn, lê hêj ji bo zirarên me tiştek nedan me.Digel ku me mijarê ji walî re got jî  tu tişt nehat kirin û di derbarê mijarê de tiştekî pak ji me re nehat gotin.Bi rastî jî em mexdûr in.Weke me 13 dikandarê din jî hene.Em ji kesên rayedar daxwaz dikin di warê mexdûriyetan de tiştinan bikin.”

Îkram Usluyê ku li Taxa Baxçê şarkutertiyê dike teleb kir di warê tespîtkirina zirarê de adilane bê tevgerîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min biraziyê xwe biribû nexweşxanê.Dema ku min karê xwe qedand bûbû êvar.Ji ber ku derve xetere bû wesayît nedixebitîn.Cîranê min li min geriya û ji min re got ku kargeha te şewitandine.Seat 22.00an de ez hatim Tarsûsê.Dema ku ez hatim min dît ku dikana min şewitiye.Îtfaye bi xwe jî mudaxeleyî agir nekiribû.Tenê serê şeveqê hatin peşik av li dikanê kirin.Dû re ji qeraqolê gazî min kirin û ji min zabitnameya îtfayê  xwestin.Ji ber vê yekê ez jî çûm îtfayê.Îtfaye ji ber ku zabitname negirtibû  hat dikanê û zabitname girt.”

 “Ez ji rayedaran teleb dikim bila adil bin”

Uslu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji teref walîtiyê ve ji bo tespîta xisarê fatura jê hatiye xwestin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: Exlebeyê faturayê min di kargehê de bûn û şewitîbûn.Faturayên ku min dikarîbû da walîtiyê.Dû re ji walîtiyê komîsyona tespîta xisarê hat kargehê.Komîsyon fotografên dikana min girtin.Dû re jî çûn. Ez ji rayedaran dixwazim bila adil bin.Derdikevin qala heq û hiqûqê dikin; ger ku heq û hiqûq hebe em jî dixwazin ji vê hiqûqê feyde bigrin.”

“Nêzî 200 hezar lîre cilên di dikana min de hatin talankirin”

Bayram Satilmişê ku li Taxa Tozkoparanê karê tekstîlê dike jî di derbarê mijarê de diyar kir di bûyeran de nêzî 200 hezar lîre zirara wî heye û dû re wiha pê de çû: Di wextên nîvrokî de êrîşî dikana min kirin.Dema ku ez ji Mêrsînê hatim tiştek di dikana min de nemabû, tev şewitîbûn.Şahidan gotin ku pêşî dikan hatiye talankirin dû re agir berdane dikanê.Di bihaya 200 hezar lîrê de cil hatin talankirin û şewitandin.Ez a niha jî hêj nikarim heqê van cilên ku min standine bidim.”

 “Ger ku dewlet nikaribe me biparêze, qet nebe bila zirarên me tazmîn bike”

Bayram Satilmiş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel 2 sal ji ser êrîşan derbas bûbe jî zirarên wan nehatine tazmînkirin û wiha pê de çû: “Ji ser êrîşan 2 sal derbas bû.Ji walîtiyê gazî me kirin û ji me re gotin ku dê zirara we  bê tazmînkirin.Lê dû re tu tiştî nekirin.Em ji rayedaran sedeqe teleb nakin.Ger ku dewlet dewlet be, mecbûr e ku zirarên me tazmîn bike.Heta ku ez ji Mêrsînê hatim Tarsûsê dibe ku 20 caran li polêsan geriyabim.Lê polêsan digotin ewlehîya canê me nîne. Ger ku dewlet nikaribe me biparêze, qet nebe bila zirarên me tazmîn bike.”

Kesê bi navê Cîhan Karaaslanê ku li Taxa Tozkoparan Zahîtê dikana wî ya ceyranê û market,mal û depoya kekê wî hatibû şewitandin jî di derbarê mijarê de destnîşan kir digel ku ji ser bûyeran ew qas wext derbas bûbe jî di bedela zirara wan de tiştek ji wan re nehatiye dayîn.

 “Kekê min nû zewicî bû, ji mala wî di bihaya 30 hezar tl de zêr dizîn”

Karaaslan diyar kir dema ku ew bi malbatî li mal bûn êrîş hatiye lidarxistin û dû re wiha pê de çû: “Koma êrîşkar piştî ku daxuyaniya çapemeniyê dabû re dest bi êrîşan kiribû.Pêşî kevir avêtin mal û kargeha me û dû re jî bi molotofan êrîşî me kirin.Koma ku ji 250 kesî pêk dihat pêşî market û depoya kekê min talankirin û dû re jî şewitandin.Dû re jî êrîş birin li ser dikana min a ceyranê û şewitandin.Mala me hema li ser dikanên me bû.Dûyên ku ji agir derdiket rasterast dikete mala me, ji ber vê yekê em di hundir de mehsûr man.Em hemû derbasî odeyekê bûn.Dû re jî hemwelatiyên hestiyar hatin me ji hundir derxistin.Piştî ku em ji malê derketin koma êrîşkar kete mala me û mala me talan kir. Kekê min nû zewicî bû, ji mala wî di bihaya 30 hezar tl de zêr dizîn.”

 “Ji bo ev zirar bên tazmînkirin pêwîst e tiştin bên kirin”

Karaaslan di berdewam axavtina xwe  de destnîşan klir ji teref komîsyona tespîta xisarê ve ji wan re 160 hezar tl bedele xisarê hatiye nîşankirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo du kargeh û depoyekê 160 hezar bedela xisarê hat nîşandan.Zirara malên me jî di nava van ziraran de ne.Piştî ku zirar hat tespîtkirin re tu kes êdî bi ser me de nehat.Di vê pêvajoyê de kargeh ketibûn tadîlatê, lê belê dikanên me heta demeke dirêj bi wî halî ma.A niha ev bû 2 sal kekê min naxebite.Em di vê pêvejoyê de ketin zehmetiyeke mezin. Ji bo ev zirar bên tazmînkirin pêwîst e tiştin bên kirin.”

 “Îxtîmala êrîşê me xeber da polêsan lê me guhdar nekirin”

Muhhamed Ozdenê ku li Taxa Barbarosê karê şarkutertiyê dike jî diyar kir êrîşa ewil roja yekemîn a Îda Qurbanê de hat kirin û wiha ragihand: “ Bi molotofan êrîşî dikana min kirin.Piştî êrîşê, ez bi dikana xwe ve giham û min agir tefand.Di roja duyemîm a îdê de cardin êrîşî dikana min kirin.Di heman rojê de êrîş li Şubeya Tarsûsê ya Cemîyeta Mustezafan kirin.HDPyiyan daxuyaniya çapemeniyê dabûn.Me xeber da polêsan û me ji wan re got ku îxtîmal e koma HDPyiyan ji ber komelê derbas bibin û êrîşî dikanê bikin.Lê me guhdar nekirin.Ewlehiyê destûr da HDPyiyan da ku ji ber komelê derbas bibin.Di dema derbasbûnê de HDPyiyan bi keviran êrîş birin li ser komelê.Ewlehî ji komelê 100 metro dûr bû, lê bi derengî mudaxeleyî êrîşan kir.Dîsa di heman rojê de motosîkleta min şewitandin.Di êvara heman rojê de êrîşî dikana min kirin.Min nêzî du heftayan nikaribû dikana xwe vebikim.Temamê eşyayên min şewitîne.”

“Walîtî ji me re got ku êrîş bûyerên civakî ne û ji ber vê yekê ew ê tu bedela xisarê nedin we”

Ozdem di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî bûyeran çend heftiyan ji walîtiyê komîsyona tesbîta xisarê hatiye û wiha pê de çû: “Komîsyon hat dikana min û me guhdar kir û ji me re got ku hûn heqdar in.Lê belê ji ser bûyeran salek derbas bû û hêj tu bedela xisarê nehat dayîn.Ji ber vê yekê Walîtiya Mêrsînê kaxizekê ji me re bi rê kir.Di kaxiza ku hat şandin de hat diyarkirin êrîşên ku hatine kirin ji ber ku bûyerên civakî ne  û ji ber vê yekê tu bedela xisarê dê neyê dayîn.Ji ber vê yekê em 5 dikandar digel hev çûn ba Walîtiya Mêrsînê.Me li wê derê bi arîkarê walî Turgut Semîner re hevdîtin kir.Me jê re qala mexdûrîyeta xwe kir  û me destnîşan kir dewlet nikare ewlehîya can û malê xelkê tesîs bike, ji ber vê yekê tu fonksiyona dewletê nemaye.Wî jî li me guhdar kir, lê tiştek negot.Ji ber vê yekê me mexdûrîyeta xwe bire darazê.”

 “Ger ku dewlet ji xelkê bacê distîne, wê demê mecbûrê  ku ewlehîya can û mal a xelkê tesîs bike”

Ozden di berdewama axavtina xwe de axavtinên Davutoglu ‘Temamê zirarên hemwelatiyên me tên bên tazmînkirin’ di bîran xist û wiha ragihand: “Însan çawa ku îdarevan be divê rasterast be.Soz eqd e,soz dan me.Dovê soza xwe bi cî bînin.Nikarin di vî warî de bêeleqe bimînin.Bi ya min divê  mexdûrîyeta xelkê bê çareserkirin.Em jî hemwelatiyên vî welatî ne û bacê didin. Ger ku dewlet ji xelkê bacê distîne, wê demê mecbûrê  ku ewlehîya can û mal a xelkê tesîs bike.Divê dewlet bi vî awayî be.Nikarin cudatiyê bixin nav xelkê.”

Ozden di dawiya axavtina xwe de teleb kir ku zirara wî bê tazmînkirin û destnîşan kir: “Digel ku 2 sal ji ser bûyeran derbas bûbe jî  zirarên me nehatin tazmînkirin.Mehkeme jî berdewam dikin.Ez hêvî dikim di demeke nêz de zirarên me tazmîn bikin.Nêzî 10 hezar lîre zirarê min heye.Piştî ku li Pirsûsê teqîn pêk hat re cardin êrîşî dikana min kirin.Min piştî wê êrîşê dikana xwe temametî girt.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir