• DOLAR 32.518
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2432.252
  • ...
Li Bedlîsê barîna berfê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Tetwana Bedlîsê piştî barana ku ev çend roj bû bê navber dibariya ji êvarê pê ve dest bi berfê kir. Berfa ku berê sibê bandora xwe zêdetir kir hawîrdor xemiland. 

Li navçeya Gundê Engesorê ya girêdayê Tetwana Bedlîsê piştî barana ku ev çend roj bû bê navber dibariya ji êvarê pê ve dest bi berfê kir. Berfa ku berê sibê bandora xwe zêdetir kir di demeke kurt de hawîrdor bi dîmenên balkêş xemiland.

Li Gundê Engesorê piştî ku berf barî dîmenên balkêş derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku hêj daran pelê xwe neweşandine. Berfa ku bariye ser pel e bergên şîn û zer bûy sedema dîmenên balkêş.  Her wiha di dîmanan de tê dîtin ku wek hazirî û amadehiya zivistanê gundiyan serê lodên xwe yên giyahê girtine da ku giyah zirarê nebînin.

Wekê ku tê zanîn ev çend roje di serî de Herêma Rojhilata Navîn li gelemperê Tirkiyê hewa cemidîbû. Piştî hewaya cemidî cî bi cî baran dibariya. Lê wek gelek deran li navçeya Tetwanê berfa ku êvarê wek şilope dest pê kir berê sibe zivirî berfê. Bi taybet li Tetwan û gundên girêdayê navçeyê piştî barîna berfê dîmenên balkêş derketin holê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir