• DOLAR 32.334
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2285.658
  • ...
Di gel umrê xweyê kal ew boyextiya pêlavan dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdulbakî Dagliyê 81 salî yê ku li navçeya Cizîra Şernexê dijî destnîşan kir ji ber ku rewşa wî ya ji aliyê aboriyê ve xerab e boyaxtiya pêlavan dike.

Dagliyê ku her roj sanduka xwe datine li Cadeya Belediyeyê ya herî qelebalix datine û ji bo rizqê xwe pêlavên ciwanan boyax dike da ku mihtacê tu kesî nebe.

Dagli destnîşan kir ku ew ji 7 saliya xwe pê ve vê karê dike. Dûvre Dagli wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ej ji xeynê Cizîrê neçûme tu derê. Umrê min li Cizîrê derbas bû. Ez her tim li Cizîrê xebitîm. Çendîn sal e ku ez li heman derê boyaxtiya pêlavan dikim. Min 4 car qrîz derbas kir. 7 lawê min hene. Ez îdareya xwe bi vê karê temîn dikim.”

Dagli ragihand ji ber ku dixebite ew nexweş nîne. Dûvre Dagli wiha pê de çû: “Dema ku ez dixebitim bêhna min fireh dibe. Ez 2 roj nexebitim nexweş dikevim û êş û alan dikeve canê min. Dema ku ez sibê ji mal derketim jina min ji min re got neçe. Lê dîsa ez derketim. Hatim vir. Ji ber ku ez dixebitim tendirustiya min baş e. Ez li vê kolanên mêreke bi bext im. Keseke ku ji min bi bextir bibe tune.”

 “Xweda alîkariya me jî û ya Cizîrê jî bike”

Dagli diyar kir ku ew çend caran li navenda navçeyê bûye şahidê şer û pevçûnan. Dûvre Dagli wiha dawî li axavtina xwe an: “Li vir qedexeya derketina derve hat îlankirn. Ez 4 meh di malê de mam. Min nekarî ez derkevim derve. Niha Cizîr hineke xerab bûye. Xweda alîkariya me jî û ya Cizîrê jî bike.” (ÎLKHA) 











Bu haberler de ilginizi çekebilir