• DOLAR 32.546
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2433.41
  • ...
 "Ji ber heriyê zarok ji mekteba xwe dimînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Taxa Konukluya navçeya Halîliya Rihayê berî niha çendîn caran ji ber mişkîleyên taxê yên mîna binesazî, rê hatibû rojevê. Li taxê digel barîna baranê her der bû herî.Ji ber heriyê bi sedan zarokên ku li taxê dijîn yan nikarin herin mekteba xwe yan jî ji mekteba xwe dimînin.

Di dîmenên ku ji taxê hatine girtin de tê dîtin zarokên ku hewil didin biçin mektebê di nava heriyê de dimînin û  cil û kincên wan tev de diherimin.Hat ragihandin ji ber ku zarok di rê de dilewitin îdareya mektebê wan îqaz dike.Her wiha di dîmenan de tê dîtin zarok ji bo nelewitin poşetan dixin piyên xwe.

Hinek welî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew dixwazin ev mesele demildest bê çareserkirin, lewra ew ji ber herî û şiliyê zarokên xwe naşînin mektebê.

Ji nîştecihên taxê  Evdirehman Ekîn di derbarê mijarê de destnîşan kir  ev bi salane ku mişkîleyên mîna rê û binesazî nayên çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe  zêde kir: “Rêyên me xerabûyîne.Ango ne rê heye ne jî binesazî.Tên rê dipivîn û serokên şaredariyê derdikevin televîzyonan û dibêjin em ê rêya duble çêbikin.Ji bo zarokê min ji mekteba xwe nemînî min wî li pişta xwe kir û wî bir mektebê.”

Kesên bi navê Îbrahîm Kaçar, Emîne Korkut, Îbrahîm Ekîn û Xidir Çavuşoglu  jî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew, meselê bi rayedarên şaredariyê re şitexilîne, lê belê rayedar bi mijarê re eleqedar nebûne, ew teleb dikin ku ev pirsgirêk bên çareserkirin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir