• DOLAR 32.334
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2294.885
  • ...
Renc û zehmetiya zivistanê ya koçeran
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Kanîreşa Çewlîgê koçerên ku pezên xwe biribûn zozanan di nîvê şevê de ji ber ku berfê dest pê şivan bi pezên xwe ve mexdûr bû. Koçerên ku li zozanan bûn ji bo ku dûçarê berfê nebin çend roj berê ketin rê. Lê ji ber ku berfê nîvê şevê dest pê kir koçer mexdûr bûn.

Koçerên ku ragihandin ew ji ber berfê zehmetî dikêşin destnîşan kirin dema ku ew di rê de bûne hinek pezên wan telef bûne.

Sadullah Gungor ji bo ku ji Erziromê derbasê Rihayê bibe ev 2 roj e di rê de ye. Gungor wiha axivî: “Bi barîna berfê re me gelek zehmetî kişand. Ji bo ku em dûçarê berfê nebin me pir hewl da lê nebû. Em di rê de dûçarê berfê bûn. Înşaellah em dê zêdetir dûçarê berfê nebin û demildest bigihêjin Rihayê.”

Omer Gok destnîşan kir dema ku berf dibare karê heywandariyê bi zehmettir dibe. Dûvre Gok wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku germî dikeve bin sifrê rewş ji bo me cidî dibe û heywanên me zirarê dibîne. Mirov li Kanîreşê di mehên zivistanê de randiman ji heywanan hilnagire. Ji ber vê yekê em mecbûr in koçê ciyên germ bikin. bi destpêkirina berfê karê me zehmettir dibe.”

Serhat Dal jî wiha diyar kir: “Mêşinên sipî ber sermahiyê didin lê yên sor ber sermshiyê nadin. Zû ji sermahiyê bandordar dibin. Ji bû ku em ji heywanan randimanê hilbigirin pêwîste ku em biçin derên wekê Amed, Riha û Mêrdînê. Li wir germ e.” (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir