"Ji bo sehabe bên fêmkirin em ê bernameyan tertîb bikin"
Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş bi bîr anî ku meha mijdarê wek 'Meha Sahabîyan' hatiye îlankirin û destnîşan kir ew ê di vê bergehê de bernameyan tertîp bikin.
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve meha mijadarê wek ‘Meha Sehabiyan’ hat îlankirin. Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş di derbarê meha ku wek ‘Meha Sehabiyan’ hatiye îlankirin de nirxandinan kir û diyar kir ew ê di vê bergehê bernameyan tertîb bikin da ku sehabî bên fêmkirin.
Ograş di derheqê mijarê de wiha nirxandinan kir: “Ji bo em karibin mîna sahabîyan bijîn pêwîst e, em jiyanên wan zanibin.Em tabîê kîjanî ji wan bibin em ê rêya rast bibînin.Em bawer dikin ku divê sahabî neyên jibîrkirin, bên fêrbûn, jiyan û jiyandin.Em ê di nava mehê de heyata 3 sehabiyên mêr û 3 jî jin bi dest bixin.Sehabiyên ku em wan tînin ziman ev in: Ebu Ubeyde bîn Cerrah, Bera bîn Malîk, Saîd bîn Amir, Esma bîntî Umeys, Ummu Suleym û Ummu Umare.Bi taybetî jî em jiyana Hz. Omer bi dest dixin.Di derheqê wî de temaya me ya bi navê ‘Farûqê Adil’ heye.Em ê li temamê bajêran vê temayê binîn zimên.
“Pêwîst e em bibin mîna sehabiyan”
Ograş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê sehabî bên naskirin û wisa pê de çû: “Ger ku em fedakarî, teslîmîyet, wezîfeya teblîxê, mucadele û sefheya cîhadê ya sahabîyan fêm bikin, bi iznillah em ê jî weke wan bibin.Sehabî bi sed zehmetî ketine rê û dev ji mal milk, war û eyalên xwe berdane û hewil dane li çar aliyê cîhanê Îslamê teblîx bikin. Pêwîst e em bibin mîna sehabiyan.Ger ku em wan fêm bikin em ê pêxemberê me jî fêm bikin.”
Ograş di dawiya axavtina xwe de tawsiye li hemû kesî kir da ku sehabiyan fêm bikin û teleb kir bila cihê ku lê sehabî metfûn in ji wna re girîngî bê dayîn.(ÎLKHA)