"Aboriya Silopî û Cizîrê ser û bin bûye"
Serokê Lijneya Birêveberiya Odaya Sanayî û Tîcaretê yê Cizîrê Sileyman Çagli di derbarê zirarên pevçûnên ku li heremê pêk tên û di derheqê şerê ku li Iraqê berdewam dike de nirxandinan kir û bang kir da ku mişkîleyên îqtîsadî bên çareserkirin.
Çagli di nirxandina ku kir de destnîşan kir tuccar û dikandarên li heremê di nava zehmetiyeke mezin de ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nexasim neqliyekerên me di vî warî de zehmetiyên mezin dikşînin.Deriyê Sînorê ya Habûrê piştî Elmanyayê deriyê me yê herî mezin a ku lê îxracat dihat kirin bû.Ev der ji bo heremê wek fabrîkayê bû.Lê belê di van heyamên dawî de gelek mişkîle û problem derketin.Ji rexekî ve DAIŞ, ji rexekî ve şer û pevçûnên ku li heremê diqewimin.Ji ber vê yekê dikandar, neqlîyekar û îhracatkar bi gelek mişkîleyan re rû bi rû man.Em hêvî dikin ev bûyer bi dawî bibin.”
“A niha li heremê karê neqliyekariyê ser û bin bûye”
Çagli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir neqliyekar qinyatî bi hevpeymana neftê ya 50 salane ya di navbera Tirkiye-Iraqê anîn û tankeran kirîn.Çagli dû re wiha pê de çû: “Xelkê heremê qinyatî bi hevpeymanê anîn û tankeran kirîn.Nêzî 7-8 hezar tanker hatin kirîn.Ev tanker bi krediyan hatin standin.Ji ber ku ev tanker a niha naxebitin, ji hemû kesî îcra hat.A niha li heremê karê neqliyekariyê ser û bin bûye.”
Çagli di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji ber pevçûnên ku li heremê diqewimin dikandarên heremê zirareke gelekî mezin dîtine û ji ber ku kar nayê kirin îcra ji gelek dikandarî re hatiye.Çagli dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev pirsgirêkên me ji teref rayedaran ve têtin zanîn.Em ji wan teleb dikin destekê bidin dikandaran.Dikandar nikarin taksîdên bankayan bidin.Em ji rayedaran dixwazin têkilîya xirabûyî ya di naveyna banka û dikandaran de biedilînin.”(ÎLKHA)