• DOLAR 32.535
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2436.079
  • ...
Tiryakiya gaza hesteyê endîşedar dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temînkirina gaza hesteyê ya ku gor madeyên tiryakê hêsantir tê temînkirin di serî de zarok di nav ciwanan de dibe sedema tiryakiyê. Pisporan ragihandin ji ber madeyên tiryakên firoke yên ku dibe sedema diltepîna lez a qelbê dibe ku mirinên nîşka ve çêbe. Ji ber vê yekê pisporan hişyarî dan dê û bavan.

Li navçeya Wêranşara Rihayê hat dîtin ku zarokên biçûk wek kom di parqan de gazên hesteyê dikêşin nav xwe. Tê ragihandin ku ev zarok madeyên wekê tîner û bally jî dikêşin.

Miftiyê navçeya Wêranşarê Kamîl Oktay di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Oktay diyar kir ku di bingeha vê yekê de bê eleqebûna malbatan heye.

Miftî Oktay dûvre axavtina xwe wiha domand: “Sedema herî mezin a tiryakiya madeyê belavbûna saziya malbatê ye. Terbiye, merhamet û heskirin a ku zarok di nav malbatê de dibîne ji bo zarokê dermanê herî baş a ku zarokê diparêze ye. Divê ku em saziya malbatê biparêzin. Heke saziya malbatê saxlem bibe zarok nakevin vê rêya xerab. Em di mizgeft, waez û bernameyên xwe yên din de li dijî nexweşiyan ciwan û malbatên xwe biparêzin.”

Serokê Camî-Dera Wêranşarê Mehmet Kaya jî wiha bal kişand ser wehameta mijarê: “Heke em baweriyeke baş nedin zarokên xwe dê zarokên me dinya û axîreta xwe ji dest bidin. Zarokên me yên ku xera dibin dê civakê îfsad bikin û dê em jî bibin ji kesên ku axîreta xwe ji dest didin.”

Kaya dûvre wiha pê de çû: “Derbeke mezin a qasê ku ciwanên me xerab dibin tune. Reçeteya ku ciwan ji vê rewşê xelas bibin bes bawerî ye. Divê ku dewlet demildest projeyên ji bo islehbûn û manewiyata ciwanan saz bike.Divê cezayên di derbarê kesên ku ciwan û zarokan sewqê tiştên neqenc dikin were zêdekirin û yekîneyên ewlehiyê ji bû nîzam û întîzanê çi ji destê wan tê pêk bînin.” (ÎLKHA) 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir