• DOLAR 32.524
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2429.13
  • ...
Qudus TV di bergeha KHKyê de hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qerara girtinê ji teref RTURKê ve hat dayîn.Polês çûne avahîya Qudus TV yê ku li navçeya Bagcilara Stenbolê ye û  dest danîn li ser eşyayên di avahiyê de.Hate ragihandin ev eşyayên ku dest li ser wan hatiye dayîn dê dewrî xezineyê bên kirin.

Her weke dê bê bîran Qudus TV di heyama Bihara Ereban de nexasim di derheqê bûyerên li Misrê de bênavber agahî dida raya giştî ya Tirkiyê û di derheqê êrîşên Îsraîlê yên li  Xazeyê de bênavber weşanê kir.Bi heman awayî Qudus Tv ji cûrbecûr welatên Îslamê geşedanên ku diqewimîn ji temaşewanên xwe re radigihand.

Ji ser hisaba medyaya civakî ya televîzyonê hat destnîşankirin dê di derbarê mijarê de daxuyaniyek bê dayîn.

Qudus Tvyê ku Nuredîn Şîrîn Birevebertiya Weşana Giştî ye, li dijî Siûd, Îsraîl û Emrîkayê weşanê dikir.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir