• DOLAR 32.527
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2430.862
  • ...
Waliyê Diyarbekirê: Dê di demeke herî nêzîk de qeyûm were tayînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy diyar kir ku dê di demeke herî nêzîk de ji bo Şaredariya Mezin a Diyarbekirê qeyûm were tayînkirin.

Aksoy di derheqê piştî ku Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kiuşank û Endamê Meclîsa Şaredariyê Firat Anli hatin binçavkirin qirş û qalên bajêr nehatiye berhevkirin de daxuyanî da. Aksoy diyar kir ku dest bi berhevkirina qirş û qalan hatiye kirin.

Aksoy wragihand ku ji şaredariyê re di derheqê berhevkirina qirş û qalan de wek îqaz nivîs ji şaredariyê re şandine. Dûvre Aksoy wiha diyar kir: “Me di derheqê vê mijarê de di 28ê Cotmehê de wek nivîskî hişayarî da Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û şaredariyên navçeyan. Me diyar kir ku qirş û qal tendirustiya gel neyînî bandordar dike û divê ku ev kar pêk were. Di derheqê kesên ku vê karê neke de dê em dest bi lêpirsînê bikin. Di vê pêvajoyê de Şaredariyê Baglarê roja yekşemê, Şaredariya Yenîşehîrê roja duşemê dest bi xebatê kirin. Lê Şaredariya Kayapinarê di derbarê berhevnekirina qirş û qalan de bi israr bû. Wek walîtî me biryar da ku em dest daynin ser qamyonên çopanû ajovan û karkeran wezîfedar bikin. Li ser vê yekê Şaredariya Kayapinarê dest bi xebatê kir.”

Aksoy ji idîayên li ser îstîxbarata ku dê wesayîtên şaredariyê rêyan asê bikin xebat hatine sekinandin wiha axivî: “Rast e. Di serî de helwesta yekîne û ekîbên me di qonaxa ewil de wiha bû. Lê wekê ku we jî ragihan me berê wek gotinî van îqaz kir. Me got; ‘qirş û qalan berhev bikin. Tendirustya însanan tehdît dike. Lê ji ber ku digel îqaza me ya gotinî xebetiîn me wek nivîsî îqaz kir.”

Aksoy diyar kir ku heqê tu kesê tune ku vê nerehetiyê bide gelê Diyarbekirê bike. Dûvre Aksoy wiha pê de çû: “Li hemberê hinek geşedanan de însan dikare fikr û ramanên xwe diyar bike. Lê pêwîst e ku rê û rêbazên vê yekê cuda bibe. Bi vê şiklê zirarê dide gelê Diyarbekirê. Mirov nikare vê yekê qebûl bike. Di Şaredariya Sûrê de alîkariyê waliyekê me hatibû wezîfedarkirin. Li Sûrê di derbarê berhevkirina qirş û qalaln de tu pirsgirêk tunebû.”

“Dê di derbarê berpirsyaran de muemeleyên edlî û îdarî pêk were”

Aksoy di derhaqê nexebitandina wesayîtên polêsan de jî wiha diyar kir: “Dê di derbarê nexebitandina wesayîtên şaredariyê de jî di derbarê berpirsyaran de muemeleyên edlî û îdarî pêk were. Dê di derheqê van çalakiyên wiha yên ku gel mexdûr dikin de jî muemeleyên adlî û îdarî pêk werin.

Aksoy diyar kir ku karê mifetişan ên di şaredariyan de qedyaye. Dûvre Aksoy wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mifetişên ku ji bo teftîş di şaredariyên navçetan de hatibûn wezîfedarkirin karên xwe qedandine. Hêj raporên xwe hazir nekirine. Xebatên mifetişên ku di şaredariya mezin de hatine wezîfaderkirin hêj didome. Gor qanunan pêwîst e ji ber serokên şaredariyan ji ber têkiliya wan a bi terorê re heye ji wezîfê werin dûrxistin, werin dûrxistin an jî ji wan ji xizmetên qamuyê dûr bixin. Di rewşeke wiha de ji teref walîtiyê ve li navçe, abjêr û bajarên mezin qeyûm werin tayînkirin. Armanca me ew e ku mexdûriyeta gel were çareserkirin. Li navçeyên me yên Farqîn, Hênê û Sûrê xebatên di derbarê şaredariyê de bi şiklekî baş didome.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir