Di heftiyeke de 16 PKKyî hatin kuştin
Wezîrtiya Karûbarên Derve ragihand ku li gelemperê Tirkiyeyê di nabeyna heftiyeke de 16 PKKyî hatine kuştin.
Wezîrtiya Karûbarên Derve bîlançoya operasyonên dijî PKKê ragihand. Di vê bergehê de wezîrtî destnîşan kir ku di nabeyna 24-31ê Cotmehê de 16 PKKyî hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama operasyonên di nabeyna heftiyeke de hatine lidarxistin de 10ê wê mirî, 4 sax û 7ê wê jî wek teslîmbûyî bi tevahî 22 kes hatine bê bandorkirin. Her wiha di encama operasyonên ku ji teref endamên hêzên hewayî ve hatine lidarxistin de 6 PKKyî hatine bê bandorkirin.
Her wiha hat ragihandin ku di encama 611 operasyonan de 12 narincok û 19 penageh hatine îmhakirin û gelek mihîmat hatiye bidestxistin. (ÎLKHA)