• DOLAR 32.524
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2421.756
  • ...
"Pêwîst e qedexeya wateya xwe ji dest daye were rakirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve di derheqê rojevê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de di derheqê geşedanên rojeva hindir derve de daxuyaniyên girîng hat dayîn.

Di daxuyaniyê de qala mijarên di serî de Sûrî; herba li erdnîgara Îslamê û dramên însanî, idîaya êrîşa ku li Mekê hatiye kirin, şerê ku PKKê kişandiye nav bajêran, geşedanên herî dawî yên ku piştî siyaseta kort û çalan li bajarê Şernexê diqewime, bi taybet birîna înternetê ya ku li herêmên Rojhilata Anadolê û Rojhilata Başûr çêdibe û mexdûriyetên ku ev yek dibe sedem û êrîşên ku di van rojên dawî li kesayetên siyasî tên kirin hat kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê ku hikûmet di derheqê van pirsgirêkan de gav bavêje.

Cengên ku li erdnîgara Îslamê didome û dramên însanî

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewletên Xerbî xwe li pişta termên pergala dinyaya nû, demokrasî û mafên însanan vedişêrin û hewl didin ku armancên xwe yên emperyalîst li erdnîgara Îslamê pêk bînin. Hewldana bidestxistina van armancên emperyalîstan erdnîgara Îslamê kirine wekê kavil.  

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin heta ku ev şer li erdnîgara Mislimanan biqewimin dê Misliman ji bilî ve zirar bikin. Dûvre daxuyanî wiha hat domand: “Di serî de Iraq, Sûrî, Yemen lig elek erdnîgaran wek fiîlî kesên ku qezenc dikin Misliman nînin. Ev yek careke din jî eşkere bûye. Heta destê û lingên emperyalîzmên ku hewl didin çawa dixwazin vê erdnîgarê dîzayn bikin ev çendîn sal e ku bi heman lîstikan wek etnîk û mezhebî tefrîqeyê geş dikin ji van axan neyê qutkirin dê em wekê temaşewan mêzekirina xwe ya li bombebarankirina dibistan, nexweşxane û qadên wek dêman ên siwîlan, birçîtî, sefalet û belengazî, nexweşiyên perok û her wiha li ruhê yekitî û biratiya di nabeyna me de bidomînin.  

Idîaya êrîşa ku li Mekê hatiye kirin

Di daxuyaniyê de êrîşa ku li Mekeya wek beldeya muqedes tê hesibandin û qudsiyeta milyar nîv Mislimanên li ser rûyê dinê ye de daxuyanî hat dayîn. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Rastbûn û derewiya vê mijarê daynin aliyeke ji xwe ev mijara hanê ya ku bi vê şiklê hatiye rojevê jî herî kêm qasê êrîşê wehîm e.”

Qedexeya derketina derve ya ku li Şernexê didome

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev 9 meh e li bajarê Şernexê qedexe didome. Di encama vê yekê de gelemperê gel bajarê terk kiriye û bi vê qedexeyê bajêr bûna wekê kavil. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Gelê ku bi siyaseta kort û çalan ji xwe ji canê xwe bûne bi qedexeya derketina derve ya ku ji teref dewletê ve jî ev demeke dirêj e hatiye îlankirin gel mexdûrtir kiriye. Eşkere ye di van rojên ku zivistan nêzîk bûye heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê mexdûriyet zêdetir bibe. Wek HUDA PAR em bang li hikûmetê dikin da ku demildest vê qedexeya wateya xwe ji dest daye rake,

Birrîna înternetê ya li hinek bajêran

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serî de Diyarbekir Êlih li bajarên herêmê de ev çend roj e ku înternet tê birîn. Ev birîn gel pirr mexdûr dike. Dûvre bal hat kişandin ku ev yek gel pir mexdûr dike. Pêwîst e ku hikûmet ji van muemeleyên ku ji bo demeke dirêj pêk tê dev were berdan.

Her wiha di encama daxuyaniyê de êrîşên ku li Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Tezcan û saziya navçeya AK Partiyê ya Qoserê hatibû kirin jî hatin şermezarkirin. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir