• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serokê Bajarê Şernexê yê HUDA PARê qala pirsgirêkên bajêr kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Şernexê yê HUDA PARê Abdullah Kilinç di derheqê geşedanên ku li Şernexê diqewimin de axivî. Kilinçê ku pirsgirêkên bajêr ji ÎLKHAyê re ragihand diyar kir ku rewşa gelê Şernexê ne baş e. Wan gelek dramên mezin derbas kirin e. Lê di gel vê yekê di derbarê mijarê de gav nehatiye avêtin.

Kilinç ragihand ku di roja 82 yemîn a qedexeya derketina derve ya bajarê Şernexê dawî li operasyonan hatiye. Dûvre Kilinç wiha pê de çû: “Piştî ku dawî li operasyonan hat hema hema her tişt normal bû. Lê qedexeya derketina derve nehat rakirin. Di derbarê vê mijarê de gelê me pir mexdûr bû. Nifûsa Şernexê berê 70 hezar bû. Niha daketiye 10-15 hezaran.”

 “Hemî sermayeyên di destê gelê Şernexê de xelas bû”

Kiliç diyar kir ku li Şernexê mehên zivistanê bi zor û zehmet derbas dibe. Dûvre Kilinç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku nexweş, dergûş û extiyarên wan hene dixwazin ku haziriya zivistanê bikin. Wek acîl niyaziya gelê Şernexê bi betanî û sobbeyan heye. Em di qedexeya meha 8 emîn de ne. Lê qene alîkariya kirê jî li kirêdaran nehatiye kirin. Divê ku alîkariya kirê li hemî gelê Şernexê were kirin. Piraniya gelê me ev 8 meh e ku nexebitiye û hemî sermayeyên di destê gelê Şernexê de xelas bû. Alikariyeke adilane li gelê Şernexê nehat kirin. Piraniya gelê me alîkarî lê nehat kirin. Em niha dixwazin ku alîkariya kirê li gel were kirin û ciwanên me werin îstîxdamkirin.”

Kilinç destnîşan kir tiştên ku li Şernexê qewimiye bûye sedema trewmaya gel. Dûvre Kilinç wiha diyar kir: “Li Şernexê gelek derên dîrokî xerab bû. Ji ber trewmaya ku van şeran pêk anî derûniya gel xera bû. Zirarê manewî gelek e. Gelê Şernexê him bê parlementer, him bê walî û him jî bê serok in. ji ber vê yekê gelê me qehr bûye. Qe nebe pêwîst bû ku wekîleke an jî walî di derheqê pêşeroja Şernezê de tiştên rast bibêje.”

 “Bila wekê nefsiyê li van deran neyê mêzekirin”      

Kiliç diyar kir ku bajarê Şernexê ji ber şer û pevçûnan bûye kavil. Dûvre Kilinç wiha pê de çû: “Di derbarê Şernexê de projeyên hikûmetê hene. Me van dît. Lê ev yek şewata me çareser nake. Lewra em wek derûnî perîşan bûne. Divê ku ev yek carek din neyê dîtin. Bila wekê nefsiyê li van deran neyê mêzekirin.”

 “Di gel xerabûna mala min a di pevçûnan de ez li cem gel bûm”

Kilinç wiha pê de çû: “Em ji bo ku alîkariya gel bikin dixebitin. Ez ji roja qedexeyê heta îro ji Şernexê derneketime. Di gel xerabûna mala min a di pevçûnan de ez li cem gel bûm. Me him alîkariya ku partiya me şandibû û him jî yên ku saziyên siwîl ên din şandibûn belavê gel kir. Wek HUDA PAR çi ji destê me hatiye me ji gelê xwe re kir. Geşedanên neyînî yên li bajêr diqewimin em ji navenda giştî ya partiya me re radigihînin. Em di van rojan de dixebiti da ku di derheqê rewşa bajêr de raporek ji partiya xwe re bişînin. Ji bo ku mexdûriyeta gel were çareserkirin pêwîst e ku neheqiyên ku çêbûne û hesaba malên ku xera bûne werin pirsîn. Ev gel teror nîne. Ji bo ku ji şer zirarê nebînin wan ji vir koç kirin. Van wek firset dîtin mal û dikanên gel şewitandin. Di vê pêvajoyê de avahiyên ku qet zirarê nedîtibûn jî hatin xerakirin. Dê em li pey vê yekê bibin. Bila mifetiş werin di derbarê vê yekê de dest bi lêpirsînê bikin.”

“Heyama nû a hevotin û hînkirinê destpê kir lê xwendekarên me hêj jî neçûne dibistanê”

Kilinç wiha li axavtina xwe domand: “Bi taybet xwendekarên me yên Şernexî di heyama beriya vê de jî nekarîn biçin dibistanê. Par ji ber ku li kûçe û kolanan kort hatibûn vedan xwendekarên me perwerde nedîtin. Niha ev yek meh zêdetir e ku heyama perwerdehiyê dest pê kiriye. Lê xwendekarên me hêj jî neçûne dibistanê. Dê dûvre ev xwendekarên me bi xwendekarên ku di dibistanên din de dixwînin re têkevin heman îmtîhanê.”

Kilinç ragihand ku qedexeya derketina derve ji ber ku dirêj ajotiye mexdûriyeta gel zêdetir bûye. Dûvre Kilinç wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji qedexeya derketina derve ya ku dirêj ajotiye karkerên ku xerakirinê pêk tînin û mitehît berpirsyar in. Dikarîna vê wextê dirêj a qedexeya derketina derve kurttir bikiribana.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir