• DOLAR 32.595
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2505.231
  • ...
"Nimêj, navê azadbûnê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatortiya Edenê ya Platforma Nifşa Qur’anê ve li gelemperê welat di bergeha “Meha Cotmehê Meha Nimêjê” de bername hat lidarxistin. Di bernamê dezarokên ku li Edenê 2 hefte perwerdehiya nimêjê sitandibûn sertîfîkaya teşekurê sitandin.

Beriya dana sertîfîkayê zarokan li Mizgefta Yagê ya dîrokî de nimêja nîvro kirin. Dûvre ji bo bernameyê derbasê Navenda Çandê ya Ramazanoglu bûn. Zarok dema diçûna ciyê bernamê  sloganên wekê “Nimêj, Sitûna Dîn e û Nura Çavê Min e” diavêtin.

Di destpêka bernamê de Veysî Sonkayayê Koordînatortiya Edenê yê Platforma Nifşa Qur’anê axivî. Sonkaya ragihand armanca wan ew e ku li gelemperê welat zarok di derheqê nimêjê de bibin xwedî şiur.

“Em berpirsyarin ku zarokên xwe Xweda çawa emir kiriye mezin bikin”

Sonkaya ragihand ku di Meha Cotmehê de perwerdehiya nimêjê dane zarokan. Dûvre Sonkaya wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heyameke ku civak bi taybet ciwan dûçarê îfsadê dibin de projeya ku ji teref perwerdekarên xuşk û birayan ve hatiye amadekirin pir bi qîmet e. Me xwest ku zarokên me dûçarê îfsadê nebin û hêj ku biçûk in nimêjê hîn bibin û ji Rebbê xwe re bibin evd.”

Endamê Îttîhad’ul Ulema Orhan Erkuş jî qala giringiya nimêjê kir. Erkuş ragihand ku nimêj aramanca xulqkirina însanan e.

Erkuş wiha axavtina xwe domand: “Wek Misliman em mihtacê nimêjê ne. Dema nimêj nebe em nikarin bijîn. Pêxemberê me (sxl) wiha ferman dike; ‘Nimêh nura çavê min e’. Lê mêze bikin! Çavê her însanê heye lê nura çavê her însanê tune. Heke em nimêjê ji jiyana xwe derînin wellahî dê çavê me bê nur bimîne.”

“Nimêj, navê azadbûnê ye”

Erkuş destnîşan kir ku dijminên Xweda di derheqê sehabiyan de dibêjin ‘Nimêj ji bo wan ji zarokên wan biqîmettir e’. Erkuş ragihand divê ku nimêj ji bo hemî Mislimanan bi qîmet û girîng bibe. Dûvre Erkuş wiha pê de çû: “Dema ku zarokên me bê limêj razên divê ku xewa me neyê. Nimêj, navê hurbûn û azadbûnê ye. Heke em nimêja xwe bikin bi îzna Xweda dê em mizefer bibin.” (ÎLKHA)  













































Bu haberler de ilginizi çekebilir