Serdegirtin li dijî Rêvebirên Rojnameya Cunhuriyetê hat kirin
Di encama serdegirtina ku li dijî Rojnameya Cumhuriyetê hat lidarxistin de hinek rêvebir û nivîskar hatin binçavkirin.
Li ser malên Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu û Serokê Lijneya Îcrayê Akin Atalayê serdegirtin hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu hatiye girtin û di derheqê Serokê Lijneya Îcrayê Akin Atalayê ku derveyê welat e de biryara binçaviyê hatiye dayîn.
Her wiha hat diyarkirin ku li ser mala Guray Ozê ji nivîskarên rojnameyê ye jî serdegirtin hatiye lidarxistin. (ÎLKHA)