• DOLAR 32.604
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2496.757
  • ...
Ji bo memûrtiyê şertê 'lêpirsîna ewlehiyê'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku ji bo mirov bibe memûr di Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de şertê ‘lêpirsîna ewlehiyê’ ji mirov tê xwestin.

Di KHKya ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin de di bin navê ‘Vesazkirina di Derheqê Hinek Personelên Qamuyê de’ di derheqê kesên ku dê bibin memûr de hat vesazkirin.

Gor vesazkirina nû ji kesên ku dê bibin memûrê dewltê şertê ‘lêpirsîna ewlehiyê’ ji mirov tê xwestin. Her wiha hat diyarkirin ku dê bi mijarên wekê ‘Bûna di nav hevkariya çalakiyên rêxistinên terorê, alîkarîkirina van rêxistinan, bikaranîna çavkanî û derfetên qamuyê ya ji bo piştgiriya van rêxistinan û kirina propexendeya van rêxistinan’ dê di vê bergehê de were hesibandin. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir