• DOLAR 32.598
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2412.538
  • ...
Rewşa malbata ku di konê de dijî hinava mirov dişewitîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Eyyubiyeya navend a Rihayê di Taxa Sancaktarê de rewşa malbata Gelerê 10 kesî ya ku ev 2 sal e li ber avahiya şaredariyê di zeviyeke de nav konê de dijî hinava mirov dişewitîne.

Malbata Guler ya ji ber ku malbatê nekariye kirê bide ji avahiyê hatiye derxistin idîa kir ku wan di gel çendîn caran bi rêvebiran re hevdîtin kirine alîkarî li wan nehatiye kirin.

Dê Leyla Guler diyar kir ku ew ji ber derfetên xwe wek malbta 10 kesî Faruk Guler (13), Gul Guler (12), Hurîye Guler (7), Berîvan Guler (6) , Yilmaz Guler (3), Ferhat Guler (2), Çîgdem Guler (5 mehî) di konê de dijîn û ji ber ku av tune ew di heftê de careke serê xwe dişûn.

Metîn Gulerê 45 salî yê ji ber ku qelew e wî ji îş derêxistine mexdûriyeta xwe ya xerab ji ÎLKHAyê re ragihand. Guler wiha axivî: “Ji ber ku rewşa me ya aborî xerab e ev 2 sal e ku em di konê de dijîn. 4 zarokên min diçin dibistanê. Heke alîkarî li me bihata kirin û maleke ji me re bihata temînkirin dê em ji vê jiyanê xelas bûbûna. Em êdî çi bikin. Hemî zarokên min perîşan in. Em birçî û têhn dijîn. Keseke ku li me binêre jî tune. Bila dewlet alîkariya me bike. Ji ber ku kesek emin tune tu kes alîkariya min bike. Ev 2 sal e ku zarokên min li vir rezîl dibin.”

 “Ji ber ku ez qelew bûm min ji îş derêxistin”

Bav Guler ragihand ku ew jiyana xwe û ya malbata xwe bi alîkariya xêrxwazan didomînin. Guler dûvre axavtina xwe wiha domand: “Carinan jî em diçin di halê de xwarin berhev dikin û tînin dixwin. Ji xeynê vê yekê tiştek tune. Jiyana me bes ev e. Ne maleke me heye ne jî warê me. Em nizanin dê dawiya jiyana me çawa bibe. Bi vê şiklê dawiya me xerab e. Ez li ciyê şûştina wesayîtan dixebitîma. Ji ber ku ez qelew im min qebûl nakin. Ez di Taxa Sancaktarê de wek kirêdar dijîma. Me ji wir derxistin. Wek kirê 5 hezar lîre dixwazin. Ez dê vê perê ji ku derê bînim. Ez wiha çi bikim. Qe nebe bila ji bo 7 zarokên min maleke min hebe.”

“Cî tune ku em serê xwe bişûn”

Guler ragihand ji ber ku zarokên min bi cilû bergên qirên diçin dibistanê giliya wî hatiye kirin. Dûvre Guler wiha dawî li axavtina xwe anî: “Meaşê dayîka min a extiyarbûnê tune. Em bi alîkariya ku xêrxwaz didin me nan distînin û tûpa xwe dadigirin. Cî tune ku em serê xwe bişûn. 4 zarokên min mekteb dixwînin. Peyade diçin û tên. Mamoste jî qebûl nake. Mamoste tê ji me gilîdar dibe.”

“Ez serê zarokên xwe di heftê de carek dişûm”

Dê Leyla Gulerê 35 salî  mexdûriyeta xwe wiha anî ziman: “Bila maleke ji bom in bistînin û alîkariya min bikin. Bila zarokên min jiyalneke xweş bijîn. Jiyaneke wiha nabe. Gelo jiyaneke wiha heye? Dema ku zarokên min diçin dibistanê zarokên li wir dibêjin ‘hûn çima serên xwe naşûn’. Dê ez li ku kû derê bişûm? Ez her roj bi ava ku ji mizgeftê tînim firaqn dişûm. Ez serê zarokên xwe di heftê de carek dişûm.”

 “Ji min re dibêjin ‘di nav serê te de sipe heye, em bi te re nalîzin”

Gul Gulera xwendekara pola 3 yemîn ragihand ji ber ku ew bi pêlav û cilên kevin diçe dibistanê her roj ew tê rencîdekirin. Gul wiha diyar kir: “Dê û bavên min naxebitin. Dema ku em bi vê halê diçin dibistnê mamoste ji me re dibêje ‘hûn çima ev qas qirêj in? temîz bibin. Serê xwe bişûn. Bila nav serê we de sipe tunebe ez tu tişteke naxwazim. Yek jî qirêj newin dibistanê.’ Ez jî wek bersiv dibêjim; ‘em feqîr in. mala me tune. Em di konan de dijîn. Hevalên min ên li dibistanê ji min re dibêjin ‘di nav serê te de sipe heye, em bi te re nalîzin.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir