• DOLAR 32.581
  • EURO 34.914
  • ALTIN 2428.574
  • ...
10 hezar û 131 kes ji wezîfa qamuyê hatin derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de ya 675an ji hinek wezîrtî, saziyên girêdayê wezîrtiyê û hinek saziyên raya giştî bi tevahî 10 hezar û 131 kes ji wezîfa qamuyê hatin derxistin.

Gor Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de ya 675an a ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin 2yê wî general bi tevahî 39 leşker, ji lîsteya ku hatin dûrxistin hatin derxistin. Ji xeynê vê yekê di TBMMê de 3, di Wezîrtiya Perwerdehiya Neteweyî de 31, di AFADê de kesek ji lîsteya kesên ku ji wezîfê hatine dûrxistin hatin derxistin.

Her wiha di heman Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de Ajansa Xeberên Dîcleyê û Rojnameya Ozgur Gundemê jî tê de bi tevahî 15 ajans, rojname û kovar hatin girtin.

Bi KHKyê payeya hezar û 82 kesên endamên teşkîlata ewlehiyê yên ku ji wezîfê hatine dûrxistin û bi kêfa xwe ji wezîfê dûr ketine hat sitandin. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir