• DOLAR 32.558
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2429.766
  • ...
Mizgefta ku înşaata wê nîvrê maye li benda xêrxwazan e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundikê Horsanga gundê Kexkêya Qabilcewzê, camiya gund ev bû nêzî salekê ku ji ber bêderfetiyan di halê înşaatê de ye. Ji ber ku pêdiviyên mizgeftê nayên  tedarikkirin camî nîvrê maye.Ji ber vê yekê camî li benda arîkariya xêrxwazan e.

Li gundikên ku mizgefta wê nîvrê maye nêzî 350 kes lê dijî û ev bû 20 sal ku gundik bê mela ye. Gundiyan di derbarê mijarê de destnîşan kirin, ger ku mizgeft xelas bibe dê rêwiyên ku di navbera Qebilcewz û Mûşê de rêwîtiyê dikin jî dê karibin li mizgeftê îbadetên xwe bi hêsanî bikin.

Muxtarê gundê Kexkê Mehmet Karabulut di derbarê mijarê de destnîşan kir heta niha nêzî 250 hezar TL mesref  hatiye kirin û hêj gelek kêmasî û pêdiviyên mizgeftê hene.

Karabulut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hêj gelek deynê mzigeftê hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mizgefteke me kevin hebû, têra me nedikir.Me jî digel gundîyan qerar da, da ku li ser  mizgfeta xwe kevin  mizgefteke nû ava bikin.Em ê şûna mizgefta kevin jî bixin cihê taziyê. Heta sala borî jî melayê mizgeftê nîn bû.Me mala mela xelas kir, piştî 20 salan melayê mizgefta me jî çêbû.Ji bo çêkirina mizgeftê em heta Stenbolê çûn.”

Karabulut di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji bo kêmasiyên mizgeftê ew ji kesên xêrxwaz arîkariyê teleb dikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Mizgefta me hê  înşaat e  û gelek kêmasiyên wê hene.Kêmasiyên mîna fayans, xalî û yên mîna van hene.Em ji kesên xerxwaz arîkariyê teleb dikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir