• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mexdûriyetên ku  koalîsyona FETO-PKKê ji wan re bûne sebeb li benda çareseriyê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku têt zanîn di bûyerên 6-8ê Cotmehê de gelek zirarên madî û manewî pêk hatin.Bi heman awayî di encamên êrîşên PKK/HDPyiyan de zirarên madî pêk hatin û mirin çêbûn û di civakê de birînên giyanî rû dan ku ev birîn hêj nehatine girtin.

Piştî bûyeran, qeydê dengan û dîmenin derketin holê ku ev yek jî eşkere kir ku êrîş bi koalîsyona FETO-PKK bi şikleke plankirî hatine derxsitin ku ev yek çendîn caran di çapemeniyê de cihê xwe girt.

Ji ser bûyerên 6-8ê Cotmehê 2 sal derbas bûn.Li ser sedem,armanc û encamên êrîşan gelek gotar hatin nivîsandin, manşetên cuda cuda  hatin avêtin û kitêb hatin nivîsîn.Xulasa ev wehşeta 6-8ê Cotmehê di rûpelên bi xwîn a dîroka  Kurdistan û Tirkiyê de ji manşetan qet daneket.

Ji ser bûyeran 2 sal derbas bû û di naveyna van 2 salan de  gelek tişt qewimîn.Di vê pêvajoyê de siyaseta çalan a PKK/HDPê û teşebûsa 15ê Tîrmehê bûn bersiva gelek pirsên bêbersiv mayî.Digel vê pêvajoyê heqîqet yek bi yek derketin holê.

Lê digel derketina van heqîqetan kesên rayedar  û mercîyên bi tesîr, van mexdûriyetên ku hatine kirin naxwestin bibînin ku ev yek jî dibe  sedema reaksiyon nîşandana raya giştî.

Êdî heqîqeteke ku nayê înkarkirine ku ev mexdûriyet ji rexekî ve bi destê PKKê û ji rexê din ve jî bi destê daraz û polêsên FETO/PDYê hatine kirin; lê belê hêj mexdûrîyeta kesên ku bi destên van her du terefan hatine mexdûrkirin ji rastê nayên rakirin ku ev yek jî di raya giştî de dibe sedema bertekan.

Serokê Tarsûsê yê HUDA PARê Mehmet Alî Kutan qala mexdûriyetên ku me qala wan kir û yên ku heta îro qet nehatine rojevê ji ÎLKHAyê re anî zimên.

Kutan di nirxandina ku kir de destnîşan kir di êrîşên ku hatine kirin de endam û dildarên wan zirar dîtine û ev dosyaya ku di derbarê wan de hatibû amedkirin a zirarê nava wan li Walîtiya Mêrsînê hatiye valakirin.

Her weke ku dê bê bîran  di êrîş û bûyeran de êrîş li avahîya temsîlkarê Tarsûsê ya Cemiyeta Mustezafan  hatibû kirin û 2 motosîklet, 2 wesayît, 2 mal û 7 kargeh hatibûn talankirin.

Kutan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel ku 2 sal ji ser bûyeran derbas bûbûn jî hêj mexdûriyet ji rastê nahetine rakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di roja ewil a Îda Qurbanê de ji Cemîyeta Mustezafan a temsîlkariya Tarsûsê ji min re telefon vekirin û ji min re gotin ku li taxa Tozkoporanê dema ku endamên me eyarên heywanan berhevdikirin êrîş li wan hatiye kirin.Me digel hevalên di birêveberiya di partiyê de ne, çûn cihê bûyerê.Li cihê bûyerê çend dildar û endamên me hatibûn darbkirin û wan rakiribûn nexweşxanê.Çend kes jî ji HDPê qaşo ji bo navgiriyê hatibûn cihê bûyerê; lê belê talîmata êrîşê didan derdora xwe.Nêzî 500 kesî  êrîşî 25-30 dildar û endamên me kirin.Di dema bûyerê de wesayîta min jî zirar dît.Her wiha kevirek li rûyê min ket.Dû re ez bi hewildanên xwe çûm nexweşxanê.Ji wê derê min sewqî  Mêrsînê kirin.Ji wê derê ji ber rîska windakirina çava xwe min sewqî Stenbolê kirin.Ji ber ku îd bû ez neçûm û bi wê halê xwe ez li malê mam.”

 “Di êrîşan de Hesen Atimê Serokê Bajêra Karamanê yê HUDA PARê kor bû”

Kutan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ev êrîş li endam û dildarên wan û yên STKyên Îslamî dihatin kirin Midûrê Ewlehiya Navçê û Midûrê Şubeya TEMê qet mudaxeleyî bûyeran nekirine û ev kes îro ji lêpirsîna FETO/PDYê hatine girtin.Kutan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “HDPyiyan daxuyaniya çapemeniyê dabûn û haziriya meşê dikirin.Ji ber îhtîmala birina êrîşê li ser avahîya Cemiyeta Mustazafan, me heyetek ji hevalên xwe şandê hêza çewîkê ya ku 100 metro ji komelê dûr bû.Heyeta me çû ewlehiyê û rewşê ji wan re gotin; lê belê rayedarên ewlehiyê tedbîran wernegirtin.Di wê demê HDPyiyan komeleya me dorpêç kirin.Em jî li komelê bûn.Bi keviran êrîşî komelê kirin.Polês piştî ku ji ser bûyerê seatek derbas bû re hat cihê bûyerê û  çawa ku hat bombeya gazê avêt komelê.Ji ber gazê hevalên me mecbûr man ku ji komelê derkevin.Çawa ku hevalên me derketin koma HDPyiyan cardin êrîş birin li ser hevalên me.Di êrîşê de Hesen Atimê Serokê Bajêra Karamanê yê HUDA PARê kor bû.Dû re polês komelê dorpêç kir.Em bawer dikin bêpirsiyariya ku di dema êrîşan de hatiye nîşandan ji teref FETO ve hatiye kirin.Lewra Midûrê Ewlehiyê ya Navçê Yaşar Aksoy û Midûrê Şubeya TEMê Mehmet Tufek ji FETOyê hatin girtin.”

Davutoglu gotibû dê mexdûrîyeta kesên ku zirar dîtinê bên çareserkirin

Kutan di berdewama axavtina xwe de bi bîran xist ku Ahmet Davutogluyê ku di dema bûyerên 6-8ê Cotmehê de Serokwezîr bû destnîşan kiriye kesên ku di êrîşên 6-8ê Cotmehê de zirar dîtine dê ji wan re alîkarî bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo zirarên me bên tenzîmkirin, me ekîbek saz kir.Walîtî ji me tespîta ziraran xwest û me jî dosyayek amade kir û raporên di dosyayê de teslîmî walîtiyê kir.Walîtî zirara ku pêk hatiye xwest ku di cihê wê de bibîne.Ji bo vê yekê yekê şandin.Kesa ku hat newêrek bû, lewra dewlet li meydanê nînbû û ewlehîya can a tu kesî tunebû.Me alîkariya kesê ku bi me re hat û bi şikleke silametî me wî bi rê kir.”

 “Pîreka ku di komîsyona tespîta zirarê de wezîfedar bû ji endamên me re got ‘Ev tiştê ku hatiye kirin heyfa Madimakê ye”

Kutan destnîşan kesa ku di komîsyona tespîta xisarê de bû îdeolojîk tevgeriyaye û dû re wiha pê de çû: “Walîtî ekîbeke maliyê şand, rayedarên ewlehiyê hatin û me dosyayan teslîmî wan kir.Pîreka ku di komîsyona tespîta xisarê de wezîfedar bû ku em dû re hîn bû ku ev parêzerê walîtiyê ye ji hevalekî me yê ku ji birêvebirên partiyê bû re wiha got: “Hûn jî ne kêmî wan in.’ Ji ber vê gotinê hevalê me jê re got ‘Me zirar da kî, gelo tu kesê ku ji me pê ve zirarê dîtibe heye?’Dîsa  heman pîrek wiha got ‘Ev tiştê ku hatiye kirin heyfa Madimakê ye.”

 “Walîtî  nava dosyayan vala kiriye”

Kutan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî ku mexdûriyet nehat çareserkirin re û wan meselê birine darazê û walîtî personelê komîsyona xisarê guhartiye û cardin ji walîtiyê gazî wan kirine.Kutan dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me van mexdûriyetan bire  darazê.Ji ber yekê ji walîtiyê ji bo lihevkirinê gazî me kirin.Em û digel Serokê Bajêra Mêrsînê yê HUDA PARê digel hev çûn  walîtiyê.Komîsyona nû, teleba lihevkirinê daxwaz kir. Me doz vekiribû.Ji me xwestin ku em dozê bikşînin.Ji ser vê yekê salek derbas bû û me ji wan re got ku em lihev bikin, dosye bi we re ye.Ji me re gotin ku nava van dosyayan hatine valakirin.Em li wê derê hîn bûn ku di dosyayê de di derbarê ew hevalê me yê ku kor bûbû de tu agahî tuneye.Me ji wan re got bila him mehkemê bidomî û him jî em lihev bikin.Lê belê ji ser vê yekê 6 meh derbas bûn û hêj tiştek nehat kirin.Ji ber vê yekê min li walîtiyê geriya û ji min re gotin ku dosya sewqî meqama walîtiyê nehatine kirin.Walîtî girîngiyê nadê vê meselê ku ev yek jî rewşeke wehîm e.Pêwîst ev mexdûriyet bên çareserkirin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir