• DOLAR 32.345
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2308.518
  • ...
Ji HUDA PARê lijneyek Koma Dogru Medyayê ziyaret kir.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarên Serokê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel û Erdal Elîbuyuk ji teref rayedarên Koma Dogru Medyayê ve hatin pêşîwazkirin.Di dema ziyaretê de Bahattîn Temel destnîşan kir hedefa kesên ku êrîşê li dar xistine, derxistine kaos û tevlîhevîyê ye.Temel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di ya rastiyê de ev êrîş ji bo kêmkirina eleqeya ji Dogruhaberê re hatiye kirin.Her wiha ev êrîş di nav xwe de terorîzekirina xwendevanan jî di nav xwe de dihewîne.”

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Xweda Teala xwediyê Mislimanan e û dû re wiha pê de çû: “Ew kesên ku ji Dogruhaberê re dibêjin derew e, di eslê xwe de ji devê  ji biçûke wan bigre heta mezinên wan gotineke rast dernakeve ku ev yek jî îronî ye.Yanî  tiştê rast ji bo wan tiştekî cuda ye. Ji derewên wan re terefdarî kirin  ji bo wan tiştekî rast e û baş e…Lewra qadên wan ên jiyanê kaos û fitne ye.Rebbê min me ji fitneya kaosker û fitnekaran mihafeze bike.Rebbê me, piyên me tevan li ser rêya rast sabît bike.”

Di dema ziyaretê de rayedarên Koma Dogru Medyayê ji lijneyê re  ji ber ziyareta ku kirine teşekur kirin û destnîşan kirin ev êrîş dê wan nedin sekindan û barewajî dê ezma wan zêdetir bike.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir