• DOLAR 32.512
  • EURO 34.599
  • ALTIN 2498.411
  • ...
Cotkarên kartola Xelatê gilîdar in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên ku li navçeya Xelata Bedlîsê di qada 45 hezar dekarê de nêzî 180 hezar ton kartol hildiberînin diyar kirin ku wan dest bi firotina kartolê kirine. Lê wan zirar kiriye. Ji ber vê yekê ew ji rewşa ku tê de ne gilîdar in.

Cotkarên Xelatî yên ku ji ber bihayê kartola erzan  gilîdar in destnîşan kirin ku heke rewşa wan wiha bidome dê ew dev ji vê karê berdin. Cotkaran gilî û daxwaziyên xwe yên di derbarê vê ekê de ji ÎLKHAyê re ragihandin.

Mixtarê Gundê Tatewangê  Fahmî Tokova diyar kir ku kartolê Xelatê ya ku bi tehma xwe ya xweş navdar e bê xwedî ye. Ji ber vê yekê wî ragihand divê ku rêvebir piştgirî bidin cotkarên Xelatê.

18-20 kg kartol di zeviyê de 4 TL

Tokova ragihand ji ber tehma xwe ya xweş qartola Xelatê ti teref mişteriyan ve tê sitandin. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Axên Xelatê pir bi bereket e. Ji ber vê yekê ji bo kesên mişterî nikarin dev jê berdin. Em li kêleka Çiyayê Nemrûdê ne. Ji ber ku zozanên bilind e em kartol datinin. Kartolê havînî jî em li navenda navçeyê derên ku nizmtire datinin.”

Tokova wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vir wekê ku hûn dibînin em torbeya kartolan a 18-20 kîlo didin 4 lîreyan. Maliyeta donimeke erd a ku ji danîn heta deranîna wê ji me re dibe hezar û 200 – hezar 300 TL. Em 50 TL yewmiye didin karkeran. Pereya mazot, torbe û keda ku tê dayîn…”

 “Piştgiriya ku dewlet dide me kafî nîne, cotkar zirarê dike”

Tokova ragihand ku wek piştgirî dewlet mazot û gubre dide cotkaran. Lê ev piştgirî kafî nîne. Lewra kesên ku cotkariya kartolan dike û ya nake jî ji vê piştgiriyê fayde dibîne. Tokova wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştgiriya ku dewlet dide me kafî nîne, cotkar zirarê dike. Wek zêdetir piştgirî ji cotkarên kartolan re nayê kirin. Kesên ku di derbarê vê yekê de sertîfîka sitandine jî pere distînin. Lê çi dibe bi feqîr û fuqerayên wekê me dibe.”

Tokova ragihand ku pirsgirêka wan a pazarkirinê heye û ji ber ku deriyên sînoran girtî ne mexdûriyeta wan zêdetir e. dûvre Tokova wiha pê de çû: “Kesên ku derfetên wan hene dibin derve. Ji ber ku axê me sor e qaçilê kartola me jî sor e. Ji ber ku li bajarên xerbê tê şuştin dibiriqe.”

 “Bila êdî dengê esnafê biçûk were bihîstin”

Di dawiya axavtina xwe de Tokova wiha destnîşan kir: “Bila êdî dengê cotkarên Xelatê bibîhîsin. Bila parlementerên Bedlîsê werin rewşa cotkaran di nav zeviyan de bibînin. Bila tu kes ji hilbijartinê heta hilbijartinê li deriya me nexe. Dema ku cotkar kar neke ev tê wê wateyê ku dê Xelat 20 sal li paş bikeve.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir