• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Niştina Mavî Marmarayê hat taloqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 13 emîn a Doza Mavî Marmarayê ya ku di Dadgeha Çaglayanê de dihat dîtin îro jî domî. Hiqûqnasên ku ji 19 welatên cûda hatibûn beşdarê dozê bûn. Her wiha malbatên Şehîdan û yên mexdûr jî beşdarê bernamê bûn.

Ji ber ku parêzerê dozgerê bi hinceta biryara ku ji teref dadgehê ve hatine dayîn ji nehatiye mehkemê. Hat ragihandin ku niştin taloqê 2ym Berfanbarê bûye.   

Piştî niştinê Serokê ÎHHyê Bulent Yildirim daxuyanî da. Yildirim diyar kir rejîma siyonîst û yê bi wê re bûn dixwastin ku doz betal bibe lê kesên ku benda wê yekê bûn miradê wan pêk nehat. Yildirim ragihand ku doza Mavî Marmareyê dozekê însanî bû. Dûvre Yildirim wiha pê de çû: “Em ji gavekî ya ku dê wek serkeftin pêk were derbas bûn. Di vî yekê de piştgiriya we jî heye. Em baş dizanin ku sîyonîst Îsraîl bendewar bû ku dadgehaTirkiyê dawî li vî dozê bîne. Rejîma sîyonîst bi dayîna 20 milyon dolaran a wek tezmînat da û vi vî yekê dibêje min we kuşt, qetil kir û di miqabilê vî ye kê de jî pere da. Dibêje xwe kerr bikin û dawî li mehkemê bînin.”

 “Ev doz, doza mirovahiyê bû”

Yildirim belav kir ku ji derveyê Tirkiyeyê bi sedan kes hatine da ku beşdarê dadgehê bibin. Yildirim axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ku vî dozê bişopînin ji welatên cûr bi cûr mêvanên me hatine. Di nav me de ji dînê însan hene. Xirîstiyan hene. Em hemî şopînerê vî dozê ne. Ev bes tekoşîna dînê nine. Tekoşîna miletê nîne. Ev doz, doza mirovahiyê ye. Ev doza kesên ku beşdarê Mavî Marmarayê bûne û kesên ku zulm dîtine ye.” (ÎLKHA) 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir