• DOLAR 32.484
  • EURO 34.88
  • ALTIN 2475.165
  • ...
Rewşa ku niha Pira Deh Çavî tê de ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pira Deh Çavî ya Diyarbekirê ya ku ji teref turîstên biyanî û mihelî ve tê ziyaretkirin piştî şerê Diyarbekirê hewl dide ku bê hemdê xwe. Lê nihajî pir bi qirêjayê re rû bi rû ye.

Ji ber ku devê Bendava Kebanê hatiye girtin avê Çemê Dîcleyê jî ziwa bûye. Pira ku wextekê ciyê setrangeh û ziyaretgeha turîstan bû niha ji ber qirş û qalê wek berê turîst nayên wir.

Mazlum Mehmetogluyê ku li hawîrdora pirê ev 4 sal e ku kafe vekiriye wiha axivî: “Wir ji bo gel vekiriye. Him wek mekan û him jî ji ber ku pir dîrokî ye. Herkes ji qirêjayê  gilîdar e. Berê bêhn tune bû lê niha bêhn heye. Bendava Kebanê ji bilî ve hatiye girtin. Ava ku diherikê ava qenalê ye. Ji barajê av naherike.”

Qîmeta avake me ya ku li dinê navdar e nayê zanîn”

Mehmetoglu diyar kir ku wan hewl didan ji bandora şerê Sûrê xelas bibin. Lê niha jî bi pirsirêkeke wiha re rû bi rû mane. Dûvre Mehmetoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku av wiha ye karê me berbandor dibe. Hinek mişteriyê min radibin diçin. Em ji ji bêhnê aciz dibin. Ev yek ji bo Diyarbekirê mêmasî ye.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir