• DOLAR 32.598
  • EURO 34.799
  • ALTIN 2498.054
  • ...
Endamên Îhya-Derê di welatê xwe de wek kelegirî hatin pêşewazkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûrên ku di encama qumpasên hakim û dozgerên FETO de di derheqê wan de doz hatibû vekirin û ji ber vî yekê ew mecbûr mabûn derketibûn derveyê welat vegeran welatê xwe ya Xarpêtê.

Serokê Bajarê Xarpêtê yê HUDA PARê Yusuf Yuksel û nûnerên STKyan mxdûrên ku têketin hindirê welat pêşewaz kirin.

 “Îhya-Der wek nasnameya xwe ya sazî û evahiya camîeyê dûçarê neheqiyê bûn”

Ji mexdûrên dozê Serokê Kevin ê Îhya-Derê Mehmet Fatîh Demîrtaş destnîşan kir ku  Îhya-Der wek nasnameya xwe ya sazî û evahiya camîeyê dûçarê neheqiyê bûne û wî diyar kir ji ber ku ew vegeraye welatê xwe pir şad û bextewar e.

Demîrtaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re ku vî yekê kir nesîbê me. Xweda ji bo ku edalet pêk were derfetan da me. Em ji nû ve vegeran welatên xwe. Tabî çûna me çûneke li rêzê nebû. Îhya-Der wek nasnameya xwe ya sazî û evahiya camîeyê dûçarê neheqiyê bûn. Ji ber vî yekê 6 birayên me di zîndanan de tevahiya cezaya ku ji wan re hatibû dayîn razan û derketin. Em 11 kes jî mecbûr man revîn derveyê welat. Him kesên di zindanan de him jî yên ku revîbûn derveyê welat.”

“Bes ne Îhya-Der; komeleyên wekê Mustazaf-Der û Vahdet-Dera Semsûrê jî dûçarê zulma FETO bûn”

Demîrtaş diyar kir ku gelek komele û camîayên Îslamî mexdûrê FETO ne. Dûvre Demîrtaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev hemî ji ber rêxistina ku îro wek FETO tê navandin qewimiye. Me wê çaxê jî vî yekê anî ziman û me diyar kir ku ev tiştên ku diqewimin endamên FETO tîne serê Mislimanên Tirkiyê. Bes ne Îhya-Der; komeleyên wekê Mustazaf-Der û Vahdet-Dera Semsûrê jî dûçarê zulma FETO bûn. Ji xeynî vî yekê STKyên Îslamî jî dûçarê vî zulmê bûbûn lê me vî yekê nekarî diyar bikin.”

“Kesên ku ceza dan me niha di girtîgehê de ne”

Demîrtaş ragihand kesên ku ceza dane wan niha di girtîgehê de ne. Dûvre Demîrtaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di encama vî yekê de di gel zehmetiyên ku me kişand di gel gelek kesên ku di zindanan de man û hinek kes jî derketin derveyê welat di lencama vî yekê de diyar bû ku em bê sûc û guneh in û kesên ku ceza dan me niha di girtîgehê de ne. Xweda di vî welatê de rojên ku dê em hemî bihev re bijîn bike nesîbê me. Xweda carek din wan rojan nede nîşanê me.”

“Kesên ku aqlêselîm in dema ku li dosyayê mêze bikin dê bibînin ku em bêsûc in”

Demîrtaş ragihand kesên ku aqlêselîm in dema ku li dosyayê mêze bikin dê bibînin ku ew bêsûc in. Dûvre Demîrtaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku alîgir nebe û qîmetê bide hiqûqê û nirxên însanî  dema ku li dosyayê mêze bikin dê bibînin ku ew bêsûc in. Dê bibînin ku em tevlê tu sûcê nebûne. 6 sûcên ku me bê sûcdar kirine diyar in. Ev di idîanameyê de heye. Ev lidarxistina Wîladeta Pîroz, lidarxistina bernameya Kerbela, edakirina nimêja cenazeyê ya ji bo Filîstîn, qampanyeya ji bo Xezeyê, beşdarbûna bernameya Wîladeta Pîroz û lidarxistina Fetha Mekê ne. Ev li tu derê sûc nîne. Em li Ewrûpayê jiyan. Me dît ku ev li wir jî qedexe nînin.”

Demîrtaş di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew temenî dike ku mexdûriyetên saziyên Îslamî û damezrandinên ku ji teref FETO ve pêk hatine werin çareserkirin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir