• DOLAR 32.589
  • EURO 34.856
  • ALTIN 2503.287
  • ...
Zanîngeha Şernexê dest bi dersê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Şernexê xwendekarên zanîngehê ji ber qedexeya derketina derve ya ki ji 14ê Adara 2016an pê ve hatibû îlankirin piştî 8 mehan doh ji nû ve dest bi dersê kirin.

Malbatên gelek xwendekaran bi zarokên xwe re hatin zanîngehê û destnîşan kirin ew hêvîdar in ku pirsgirêkên wekê cîh û ewlehî demildest were temînkirin.

Aysel Guleka ku xwendekar e ragihand ku wan 3 hefte dereng dest bi dersê kirine lê ew ji ber ku dest bi perwerdeys zanîngehê kirine ew dîsa bi kelecan e.

Welîyê xwendekarî Hayrullah Gulek jî diyar kir ew hêvîdar in ku tiştên li Şernexê diqewimin demildest werin çareserkirin. Gulek diyar kir ji bo ku bixwîne wî qîza xwe ji Çewlîgê aniye wir. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir