• DOLAR 32.381
  • EURO 35.192
  • ALTIN 2324.343
  • ...
 "Ji ber ku li Cûrnê Reş dîyalîz tune ji bo tedawiyê em diçin Rihayê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Cûrna Reşa Rihayê ji ber ku li navçeyê amûrên diyalîzê tune nêzî 25 nexweş ji bo tedawiyê mecbûr dimînin an diçin Siwêregê an jî Rihayê.

Aynzelîha Çîçeka (69) ku ev 5 sal e nexweşê dîyalîzê ye û li navçeya Cûrna Reş di Taxa Yenî Mahalleyê de dijî destnîşan kir ji ber ku ew tedawî dibe di hefteyekî de 3 rojan diçe Rihayê. Ev yek jî pir bi zehmet e.

Çîçek wiha axivî: “Me çendîn caran ragihand ku em dixwazin li Cûrna Reş tedawiya dîyalîzê bibin. Lê hêj jî tu tiştekî neguheriye. Niha bihayê rêya me tê dayîn lê heke ev were birîn dê karê me zehmettir bibe. Heke li Cûrna Reş tixtor û amûrên dîyalîzê hebe tedawîbûn dê hêsantir bibe.

Kudret Hunerliya (57) ku di Taxa Baglarê de dijî diyar kir ku ew 5 sal e nexweşê dîyalîzê ye û ji ber vî yekê jî ji ber ku li navçeyê tixtor û amûrên dîyalîzê tune ew mecbûr dimînin diçin Rihayê.

Hunerlî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez sibeyan di saet 04.00an de radibim ji bo tedawiya dîyalîzê diçim Rihayê. Rê zêd edikêşe. Em him diwestin him jî bê xew dimînin. Carinan jî wesayîta ku me dibe dema dereng dimîne em mexdûr dibin. Her carî ez 4 saet di dîyalîzê de dimînim. Em dixwazin ku li Hîlwanê ji bo dîyalîzê çi hewce bike pêk were.”

Ji nexweşê diyalîzê Mehmet Emîn Kayayê (80) ku di Taxa Bahçelîevlerê de dijî destnîşan kir ji ber ku li navçeyê tixtor û amûrên diyalîzê tune ew diçe Siwêregê tedawî dibe. Dûvre Kaya wiha pê de çû: “Ev 6 sal e ku ez diçim Siwêregê tedawiya dîyalîzê dibim. Ez bi derfetên xwe her car 30 TL didim û diçim Siwêregê. Meaş didin min lê ev bas têra rêya min dike. Ji bo nexweşeke çûna rê pir bi zehmet e. Ji ber vî yekê em dixwazin ji bo tedawiya dîyalîzê li Dîyalîzê çi hewce dike were kirin.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir