• DOLAR 32.371
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2325.427
  • ...
 "Ji ber ku me ray nedaye HDPê ji gundê me re xizmet nayê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Gundê Kanîpanîka girêdayê navçeya Çinara Diyarbekirê diyar kirin ku pirsgirêka wan a wekê av, binesazî û tendirustiyê heye. Wan destnîşan kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji gundê wan re xizmet nake.

Gundiyan ragihandin ku di gundê wan de pirsgirêka ava vexwarinê, şebekeya qenalîzasyonê, binkeya tendirûstiyê û ya ceyranê heye. Ji ber vî yekê wan diyar kirin ku ew bendewarê alîkariyê ne.

Ji nişteciyên gund Seyîthan Akman ragihand ji ber ku li gundê wan binkeya tendirustiyê tune ew pir zehmetî dikêşin û nexweşên xwe bi derfetên xwe dibin nexweşxanê.

Akman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gundê pirsgirêka binesaziyê heye. Beriya ku qanûna şaredariyê neguherîbû pirsgirêka me tunebû. Li niha pirsgirêk heye. Em bi derfetên xwe bi şiklê sondajê av derdixin. Ji salên 1988an pê ve têlên ceyranê ya me heman têlin. Em ji b ovan pirsgirêkan bi rêvebiran re hevdîtin dikin. Lê tu tiştekî bi dest naxin.”

Ji nişteciyên gund Abdulkadîr Gokçe qala pirsgirêka gund kir. Gokçe wiha axivî: “Ez dixwazim ku binkeya tendirûstiya gund hebe. Dema ku nexweşên me çêdibin em zehemetî dikêşin. Me ji bo mijar bi rêvebiran re hevdîtin kir lê tu bersiv nehat hilanîn. Pirsgirêka binesaziyê mezin e. Hingî ku şaredarî di destê gund de ye pirsgirêkên me hene. Bi taybet li derên ku ray ji wan re dernakeve xizmet nayê kirin. Pirsgirêka me ya rê heye. Me ji bo vî yekê serî li walîtiyê da.”

Abdurrahman Gokçe diyar kir ji ber ku ew HDPyî nînin ji gundê wan re xizmet nayê kirin. Dûvre Gokçe wiha destnîşan kir: “Ji ber ku em HDPyî nînin ji gundê em re xizmet nayê kirin. Şaredarî di destê wan de ye. Zirarê wan ji me re heye lê fayda wan tune.ji b ovan pirsgirêkan me serîlêdan kir. Lê me tu netîcekî bidest nexist.”

Ji gundiyan Ridvan Guzel diyar kir ji ber ku binkeya tendirustiya wan tune ew bi derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. (ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir