• DOLAR 32.56
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2418.497
  • ...
 "Hindîstan, li Keşmîrê hewil dide nufûsa Mislimanan kêm bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Meclîsa Neteweyî yê Pakîstanê Serdar Ayaz Sadiq di civîna Yekîtiya Parlamentoya Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê ya ku li TBMMê hat tertîpkirin de axavtinek kir û balan kişande li ser zehmetiyên ku li Keşmîrê Misliman dikşînin.Sadiq di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ‘Hindîstan li Keşmîrê hewil dide bi şikleke sîstematîk nufûsa Mislimanan biguherîne.”

Sadiq di berdewama axavtina xwe qala neheqî û tehdayiyên ku ji teref Hindîstanê ve li Mislimanên Keşmîrê tên kirin  kir û destnîşan kir nexasim ji welatên Ewrûpayî li dijî van neheqî, tehdayî û zextan qet deng dernakeve; lê belê welatên Îslamî xelkê Keşmîrê diparêzin û bi şikleke herî tund Hindîstanê şermezar dikin.

 “Li Keşmîrê nahêlin nimêja înê jî bê kirin”

Sadiq di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir li Keşmîrê nahêlin nimêja înê jî bê kirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji 8ê Tîrmehê vir ve li Keşmîrê destûr nayê dayîn ku nimêja înê bê kirin.Hîndîstan hewil dide camiaya navneteweyî bixapinî.”

Piştî civîna ku 2 roj berdewam kir re Deklarosyana Enqerê hat weşandin, li gor deklarasyonê 12emîn Konferansa  ÎSÎPABê dê di 2017an de li Maliya paytexta Bamakoyê bê tertîpkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir