• DOLAR 32.315
  • EURO 35.118
  • ALTIN 2291.07
  • ...
"Daxuyaniya Serokkomar a di derbarê mehkûman de watedar e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR di daxuyaniya ku da de bal kişand ser axavtina Serokkomar Erdogan a ku wek; ‘mixabin hemwelatiyên me yên ku nezî 25 sal di girtîeghê de umrê wan heba bûye hene.’ û diyar kir ku ev beyan girîng e. Divê ku di derbarê mijarê de gav were avêtin.

Di daxuyaniya ku wek nivîskî hat dayîn de qala mehkûmên doza Îslamî yên mexdûrên 28ê Sibatê û FETO yên di girtîgehê de ne, nîqaşên Pergala Serokatiyê ay ku piştî daxuyaniya MHPê dûbare hat rojevê, Şuraya Îslamê ya Avrasyayê ya 9emîn û peymana di nabeyna Tirkiye û rejîma siyanîst de hat kirin.  

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê neheqiyên ku FETO di ergeha darazê de kiriye derketiye holê û dûvre qeweta daraz û ewlehiyê ya vî şebekê ziviriye çekê.

Di daxuyaniyê de axavtina Serokkomar Erdogan a ku wek; ‘mixabin hemwelatiyên me yên ku nezî 25 sal di girtîeghê de umrê wan heba bûye hene. Ev çêbûn. Niha me firseta sererastkirina vî yekê dît.’ hat bibîranîn û hat diyarkirin ku ev yek pir watedar û girîng e.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat belavkirin: “Ev gotina ku Birêz Serokkomarê ku bi xwe jî mexdûrê 28ê Sibatê ye û wek serekeyê dewletê destnîşan kiriye îfadeyeke ku rastiyê diyar dike ye. Divê ku dewlet vî mexdûriyetê bi qanûn, rêvebirin û darazê çareser bike û ji bo ku vî mexdûriyetê demildest çareser bike hemî saziyên wê hewl bidin û ev yek wek berpirsyarî were dîtin.”

Nîqaşên Pergala Serokatiyê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nîqaşa serokatiyê ya ku ji ser şexsan tê kirin çewt e û bal hat kişandin ku dabaş saziyên wesayeta pergalê û bi qanûna ku berhema derbyê ye êdî nayê rêvebirin. Di derbarê vî yekê de jî gel mitabiq e.  

Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Qadên azadiya gel hatiye tengkirin, saziyên wesayeta bawer û nirxan derketine holê. Ev sazî ji ji bo gel tehdît e. Divê ku ev pergal demildest were guhertin. Divê mijara ku tê nîqaşkirin navê pergalê nebe. Tişta ku tê nîqaşkirin çawa tê rêvebirin û adil e an ne. Ya girîng ew e ku pergalekî ku dê edaletê saz bike were damezrandin.”

Di daxuyaniyê de qala Şuraya Îslamê ya Avrasyayê ya 9 emîn jî hat kirin û hat diyarkirin ku biryarên di vî civînê de hatine dayîn girîngin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Heke alim û rêvebir li ser rêya îstaqametê bibin dê ev yek bibe wesîla silametiya civakê. Vivînên wiha dibe wesîla ji holêrabûna cûdahiyên di nabeyna alim û rêvebiran û yekitiya wan qewîn dike.”

Lihevhatina di nabeyna Tirkiye û rejîma siyonîst de

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê tu gavên ku dê rejîma terorê ya siyonîst wek dewlet bihesibîne neyê avêtin. Ev rewş bes ji herêmêm re ne ji aşitiya cînahê re jî astengî ye.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Dema ku meşritiyeta rejîma Siyonîst were qebûlkirin û bi vî yekê nifûza wê zêde bibe dê rejîma siyonîst zêdetir mirovahiyê bi jehrê bixe û xwîna dinê birijîne. Peymana ku Tirkiye piştî Mavî Marmarayê bi rejîma siyonîst re îmza kiriye çewtiyeke pir mezin e.” 

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin doza ku dayîka Şehîd Furkan Dogan ji bo rejîma siyonîst vekiriye hatiye daxxistin. Ev yek jî encamek neyînî a vê  peymanê ye û heman mijar malbatên şehîdan wîjdana Tirkiye û raya giştî ya Mislimanên cîhanê nerehet kiriye.

Ji bo temamê daxuyaniyê bitikenin (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir