• DOLAR 32.509
  • EURO 34.947
  • ALTIN 2439.223
  • ...
13 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di encama operasyonên ku li gelemperê welat dijî PKKê tê lidarxistin de li Dêrsimê 10 û Sêrtê jî 3 PKKyî bi tevahî 13 PKKyî hatine kuştin.

Di daxuyaniya ku di derbarê operasyonên li bajarê Sêrtê hatiye lidarxistin de hat destnîşankirin ku li Gundê Guneşliya girêdayê Sêrtê yekê ji wan berpirsyar û 2 kes ji wan jî pîrek bi tevahî 3 PKK hatine kuştin.

Di daxuxuyaniya ku ji teref Walîtiya Dêrsimê ve hat dayîn de jî hat diyarkirin ku li Herêma Çemê Kutuyê operasyon hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 10 PKKyî hatine kuştin û PKKyiyekî jî wek birîndar hatiye girtin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di encama operasyonên hatine lidarxistin de 9 keleş, 2 çekên M-16yê û gelek mihîmat hatine bidestxistin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir