• DOLAR 32.573
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2433.15
  • ...
Barzanî: Îro rojek dîrokî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Hêrêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Neçîrwan Barzanî û Şêwirmendê Ajansa Ewlehiyê Mesrûr Barzanî çûn Cepheya Hazirê ya ku Pêşmerge ji bo operasyona Misûlê vekiriye û li wir ji endamên çapemeniyê re daxuyanî dan.

Mesûd Barzanî diyar ku doh sibe di saet 06.00an de artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hev re operasyoneke hevpar lidar xistine û di qada 200 kîlometrê de kontrol pêk hatiye. Dûvre Barzanî wiha pê de çû: “Îro rojek dîrokî ye. Me demeke bi Birêz Haydar Abadî re hevdîtin kir. Berê hat diyarkirin ku dê kîjan hêz beşdarê operasyonê bibin. Înşaellah dê div î operasyonê de serkeftin çêbe û Misûl ji teroran were paqijkirin.”

Barzanî destnîşan kir ku operasyona Misûlê bi hevkariya hêzê Pêşmerge, artêşa Iraq hêzên koalîsyonê hatiye lidarxistin. Dûvre Barzanî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî hevdîtineke dirêj a di nabeyna hêzên Pêşmerge û leşkerê artêşa Iraqê rê û rêbaên xelaskirina Misûlê hat amadekirin. Em temenî dikin ku dê ev îtifaq demekî dirêj bidome. Ez bawerim ku dê ev îtifaq di pêşerojê de wek hewcedarî bibe.”

Barzanî di derbarê mijara gelo dê Pêşmerge ji herêma ku têketiyê derkeve an ne de wiha axivî: “Dera ku hewce dike dê em bimînin. Derên ku hewce nake dê em nemînin. Di derbarê van herêman de peymanên me hene. Ez bawer nakim ku dê pirsgirêk derkeve. Di derên ku dê Pêşmerge xelas bike de di çarçova peymanê de li kû hewce dike dê li wir bimîne. Dê gelê gundên Kakaî û Şebekê vegerin malên xwe. Çal jî dijî terorên DAÎŞê hatine vedan. Parêzî dê wekê niha bidome.”

Barzanî diyar kir ku ev cara yekem e ku xwîna Pêşmerge û leşkerên Iraqê dijî rêxistineke din tê rijandin. Dûvre Barzanî wiha pê de çû: “Ez temenî dikim ku ev têkilî dê bi Bexdayê re ji bo pêşeroj bibe bingeh. Di nabeyna Erbîl, Bexda û hêzên koalîsyonê de hevkariyeke saxlem heye. Dê Misûl were xelaskirin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku dê dawiya teror û terorîzmê were.”

“Dê em misade nekin ku Misûl bibe Heleba duyemîn”

Rarzanî endîşeyên xwe yên di derbarê ku dê Misûl jî bibe wekê Heleb de wiha ragihand: “Ji xeynî plana leşkerî me dixwest ku ji bo piştî ku Misûl were xelaskirin jî planekî siyasî hebe. Lê yên din lez kirin. Ji ber vî yekê ji bo ku geşedanên ku nayê xwestin biqewimin çênebe me biryar da ku di nabeyna Erbîl û Bexdayê de lijnekî were sazkirin. Lijne alternatîfa peymana siyasî ye. Dê em misade nekin ku Misûl bibe Heleba duyemîn.”

Barzanî di derbarê ajotina operasyonê de wiha axivî: “Operasyona hevpar bi serkeftin didome. Dê şerê Misûlê zêde bidome. Dê Pêşmerge û leşkerên Iraqê gelê Iraqê ji zulmê xelas bikin. Artêşê Iraqê li kû derê îhtiyaciya wê hebe dê Peşmerge alîkariya wê bike. Zehmet e ku mirov bibêje gelo dê operasyon çiqas bidome.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir