• DOLAR 32.553
  • EURO 34.889
  • ALTIN 2426.89
  • ...
 "Ji ber deynê ceyranê em dikevin destê faîzxuran"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkartên gundê  Mesqeyntera Qosera Mêrdînî yên  ku di van pêlên dawî de di warê xwestina piştgiriyê de tên rojevê ji ÎLKHAyê re destnîşan kirin ew ji ber deynên ceyranê ketine destê faîzxuran  û  destnîşan kirin ger ku ev zehmetiya wan berdewam bike û ev pirsgirêka di navbera wan û ya DEDAŞê de neyê çareserkirin dê ew çalên xwe yên avê bigrin û dev ji ziraetê berdin.Cotkar her wiha di derbarê zehmetiyên ku ew dikşînin de destnîşan kirin bihaya mazot û gubrê jî gelekî zêde ye.

 “Ger ku pirsgirêka ceyranê neyê çareserkirin em ê çalên xwe yên avê bigrin”

Ji cotkaran Sileyman Gumuş di derbarê mijarê de destnîşan kir digel ku wan heqê ceyranê daye di nava rojekê de nêzî 8 seatan ceyrana wan tê qutkirin.Cotkar Gumuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em cotkar mexdûriyeteke gelekî mezin dijîn.Wezîr ji me re got ku ‘Îxtîyaca me bi garisê nîne ‘ û destekê birî. Em cotkar in ger ku em misir û pembû neçînin em ê çi biçînin.Ceyran jî me perîşan dike.Ji xwe em heqê mazot û gubrê nikarin bidin. Em ji rayedarên dewletê arîkariyê teleb dikin.Nexasim em ji dewletê di warê ceyranê de arîkariyê teleb dikin. Deriyê me yê rizqê tê girtin.Ger ku qutkirina ceyranê  bi vî awayî berdewam bike em ê çalên xwe yên avê bigrin. Digel ku em heqê ceyranê didin di nava rojekê de nêzî 8 seatan ceyrana me tê qutkirin.”

“Zilma DEDAŞê me xiste destên faîzxuran”

Gumuş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ‘Zilma DEDAŞê me xiste destên faîzxuran’ û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji ber deynê ceyranê piştgiriya ku ji me re tê dayîn tê blokekirin.Ger ku bloke neyê rakirin em nikarin destekê bistînin.Ji ber vê yekê em ketne destê faîzxuran.Em bi faîzê pere ji faîzxuran distînin û hewil didin deynê xwe bigrin.Em bi vî awayî pereyan ji faîzxuran distînin û radizînin banqê.Banqe bi vî awayî blokê radike û em piştgiriyê distînin. Zilma DEDAŞê me xiste destên faîzxuran.Em bangî temamê rayedaran dikin.Ji bo Xwedê me ji destê DEDAŞ û faîzxuran xelas bikin.Ger ku zîreat xelas bibe em ê koçî xerbê bikin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir