Dapîra nexweş xapandin û mala wê firotin
Li Diyarbekirê biraziyên dapîra nexweş ên ku ji bo lê binêrin di mala wê de bicî bûbûn dapîra xwe ya nexweş xapandin û mala wê firotin.
Yaşar Mercana 68 salî ya ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê dijî û nexweş e îddîa kir ku biraziyên wê, wê bi şikleke xapandine û jê wekalet standine û mala wê firotine.Dapîrê ku hatiye xapandin destnîşan kir ew nexweş e û nikare rabe ser piyên xwe û tu kesê wê nîne.Ji ber vê yekê dapîra 68 salî ya nexweş ji rayedaran arîkarî teleb kir.
“Ji xemgînîyê ez ketim nav dest û piyan”
Dapîra Mercan daxwaz kir ku Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy û rayedarên dewletê dengê wê bibihîsin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Biraziya min got ku ez ê digel hevserê xwe li te binêrim, lê belê min xapandin.Ji bo Xwedê arîkariya min bikin, ez bêkes im, mala min ji wan bistînin.Ez ji xemgînîyê ketim nav dest û piyan.Cûrbecûr nexweşî li min peyda bûn.”
“Tinazê xwe bi min dikin û ji min re dibêjin ‘Qopê, Qopê”
Mercan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew bi biraziya xwe yê ku ev tişt aniye serê wê re munaqeşe kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mala min ji min standin, ez li kolanan mam, ji ber vê yekê min bi wan re nîqaş kir. Tinazê xwe bi min dikin û ji min re dibêjin ‘Qopê, Qopê.’Ez mala xwe dixwazim.Ger ku pêwîst be ez ê mala xwe bexşî mala aramîyê bikim.Mala min ji min standin.Ez a niha li vê derê dijîm, lê dê sibe min bavêjin sikakê.Dema ku min û mêrê min dev ji hev berda mehkema vê malê da min.Lê belê ev kes mala min û firaxên tê de tev firotin.Bila cîranên min sax bin, tiştin ji min re anîn.Kesên ku mala min firotin biraziyên min ên bi navê Çîmen, Derya û Ayşegul e.Ev kes malik li min xera kirin.Bila malik li wan jî xera bibe.”
“Ez 5 rojan di mal de birçî mam, nexweş û bêxwedî me”
Dapîra Mercan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir biraziyên wê, wê bi şikleke xapandine û jê wekalet stadine û mala wê firotine.Dapîr Mercan dû re wiha pê de çû: “Ez tam 5 rojan di mal de birçî mam, piştî 5 rojan cîranên min ji min re xwarin anîn û pere dan min.Ez him bêpere me û him jî bêxwedî me.Ji bo Xwedê destê arîkariyê dirêjî min bikin.Mala min ji wan bistînin.Ne gedeyên min û ne jî birayên min hene.Ez dixwazim bi walî re hevdîtinê bikim, lê belê qeweta min nîne.Ji bo Xwedê û Pêxember arîkariya bikin.Wextina ez dixwazim xwe ji vir bavêjim xwarê.”(ÎLKHA)