Li Mûşê pevçûn: PKKyiyek hat kuştin
Li Mûşê di navbera cendirme û PKKyiyan de pevçûn derket, di encama pevçûnê de PKKyiyek hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin cendirmeyan xwestin ku li ser rêya gundê Bostankenta Mûşê wesayîtekê bidin sekinandin, lê kesên ku tê diyarkirin PKKyî ne ji wesayîtê di ser cendirmeyan de gule berdan.Di encama pevçûna ku di navbera cendirme û PKKyiyan derket de PKKyiyek hat kuştin yek jî wek birîndar hat binçavkirin.Her wiha hat hînbûn muxtarê gund ê ku di wesayîta PKKyiyan de bû jî hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)