Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê hatin binçavkirin
Hat ragihandin li Mûşê Hevserokên HDP û DBPê yên Mûşê û endama meclîsa şaredariyê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerê Komereya Mûşê ve tê birêvebirin de polêsan di heman wextê de di ser malên Hevseroka Bajêr a Mûşê Hatîce Şeker, Hevseroka HDPê ya Bajêr Ayşegul Solmaz û di ser mala Endama Meclîsa Şaredariya Mûşê ya DBPê Çîçek Tutuşê de girtin.Di serdegirtinan de ev her sê kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)