• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
 "Em bûn qurbanê derew û kumpasên FETO"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rumeysa Fîdanciya ku qîza Mehmet Fîdanci ye di derbarê bavê xwe yê ku girtiye de destnîşan kir dema ku bavê wê diçû karê xwe hatiye revandin  û ji teref polêsên ku girêdayê FETO ne ve îşkence lê hatiye kirin.

Fîdanci di berdewama axavtina xwe de dewstnîşan kir bavê wê hazirê 20 rojan bi şikleke xeyrî resmî di bin binçaviyê de  hatiye girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemû cûr îşkence û tehdayî li bavê min hat kirin.Îşkenceyên ku li bavê min hatin kirin di çapemeniyê de derneketin.Dû re bavê min birin Midûrtiya  Ewlekariya Diyarbekirê û zextan lê kirin da ku sûcên ku wî nekiriye qebûl bike.Di wê heyamê de jê re gotin ger ku tu van sûcdarkirinan qebûl nekî em ê îşkence li xanima te jî bikin.Bavê min tevde 130 roj di bin binçaviyê de ma.”

“Ger ku ji min xwestibana temamê sûcên li dinyayê li ser xwe bigrim ez ê girtibana”

Fîdanci di berdewama axavtina xwe diyar kir îşkenceyên ku li bavê wê hatine kirin bi raporên doxtoran hatine tesdîqkirin.Fîdanci dû re wiha pê de çû: “Lê belê dîsa cezaya hebsa muebet danê.Bavê min digot ‘Ger ku ji min  xwestibana ez temamê sûcên li dinyayê li ser xwe bigrim ez ê girtibana.’ Ji ber van îşkenceyan bavê min di derbarê 6 polêsan de gilîdar bû, lê belê dozgerî di derheqê wan de bêtaqîbî da.Bi kurtasî ew zilm, tehdayî û neheqiyên ku li bavê min hatin kirin nehatin dîtin û xwendina Qur’anê û fêrkirina Qur’anê wek sûc hat qebûlkirin û jê re ceza hat dayîn.”

Di vê bergehê de gelek neheqî û tehdadî li kesên mehkûm ên bi navê Şahîn Yapici, Turgay Bîlge û Mehmet Emîn Sabaz jî hatin kirin.

Asuman Yapiciya ku xwişka Şahîn Yapici ye, Vedat Bîlgeya ku kekê Turgay Bîlge ye û Huseyîn Sabazê ku birayê Mehmet Emîn Sabaz e jî di derbarê mijarê de zilm, tehdayî û îşkenceyên ku li naskirîyên wan ên di ku bi neheqî hatine binçavkirin û a niha di girtîgehê de ne hatine kirin anîn ziman û wiha destnîşan kirin;  naskirîyên me bi kumpas û komployan hatin girtin, em bûn qurbanê kumpas û derewên FETO, em ne efûyê; darizandineke nû teleb dikin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir