• DOLAR 32.55
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2434.413
  • ...
Di 14 gundên Diyarbekirê de qedexeya derketina derve
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di 14 gundên ku girêdayê navçeyên Lîce, Hezro û Kocakoyê ne de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Hat ragihandin ku dabaş qedexe ji ber operasyonên ku dijî PKKê tên kirin hatiye îlankirin. Qedexe ji saet 05.00ê pê ve dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de navê gundên ku qedexe hatiye îlankirin wiha hat rêzkirin: “Gundên Çagdaş, Yolçati, Uçari, Kayacik, Ortaç, Çavundur, Dolunay, Yalaza, Baglan û Kabakayayê ku girêdayê navçeya Lîcê ne; gundên Çîtlîbahçe, Sarierîkê ku girêdayê navçeya Hezroyê ne û gundên Boyunlu û Gozebaşiya ku girêdayê navçeya Kocakoyune de ji bo ku gelê me ya siwîl zirarê nebîne ji saet 05.00ê pê ve qedexe hatiye îlankirin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir