• DOLAR 32.572
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2424.64
  • ...
Zarokên Diyarbekirî gotin "werin nimêjê, werin xelasiyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatortiya Bajarê Diyarbekirê ya Platforma Nifşa Qur’nê li navçeya Sûra Diyarbekirê di Mizgefta Mezin a dîrokî de bi navê “Nimêj Nûra Çavê Min e” lidar xist. Bi sedan zarokên ku umrê wan di nabeyna 6-11an de diguhere beşdarê bernamê bûn.

Rêvebirên platformê piştî bernameya 15 rojî ya di derheqê nimêjê de sertîfîka dan zarokên ku beşdarê bernamê bûbûn. Zarokan nimêja nîvro bi cemaet di çarçova bernamê de wek tetbîqkirî eda kirin. Piştî nimêjê zarokan sertîfîqayên xwe sitandin. 

“Nimêj, mîraca Mumînan e”

Xwendekaran di Mizgefta Mezin de nimêj kirin û Esma-ul Husna xwendin. Dovîzên ku di çarçova nimêjê de hatibûn amadekirin pir bala mirov dikişand. Li ser dovîzan nivîsên wiha hebûn: “Ez nimêjê dikim, lewra ez ji Xweda hez dikim”, “Her zarok li ser fitreta Îslamê tê dinê”, Nimêj, mifteha cinetê ye”, “Bavo, nimêjê hînê min bike”, “Nimêj, nûra çavê min e”, “Nimêj, mîraca Mumînan e”, “Nimêja herî bi fezîlet ew e ku di wextê de were edakirin”, “Nimêj, sitûna dîn e”, “Werin nimêjê, werin xelasiyê” û “Nimêj, însanê ji gunehan diparêze”.”

Di bernamê de melayê Mizgefta Mezin Osman Yagmur qala girîngiya nimêjê kir û bi taybet destnîşan kir ku di dema herî nexweş de mirov li Xweda disitire.

“Dema ku zarokên we bûn 7 salî nimêjê bi wan bidin kirin”

Yagmur wiha axivî: “Pêxemberê me wiha ferman dike; ‘Dema ku zarokên we bûn 7 salî nimêjê bi wan bidin kirin. Pêxemberê me (sxl) herî zêde di derbarê nimêjê de li ser zarokan sekiniye. Çima? Lewra nimêj însanê ji gunehan diparêze. Nimêjî însanê ji derew û xapandinê diparêze.”

Yagmur destnîşan kir ku sermayeya herî girîng a welateke nimêj e. Dûvre Yagmur wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hun li welateke bi hezaran balafir, tank, top, fuze saz bikin wekê ciwanekî yê xwedî îman girîng nîne. Îro minafiq û kafirên mehelî û biyanî vî yekê bibînin bawer bikin dê ji hev bihteqin.”

Yagmur wiha pêde çû: “Ev menzere ji bo Diyarbekir û welatê me tabloyeke herî şerefmend e. Hatina van zarokan a mizgetê, ji vî welayê û ji Diyarbekirê re xezîneî nirx û mirasa herî mezin e. Xweda ji we tevan razî bibe. Xweda her wext vê rewşê ji 7an heta 70yan bi me bide domandin.” (ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir