• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "20 hezar ton sêvên ku nayê firotin bendewarê mişteriyan e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Çîvrîla Denîzliyê cotkarên ku di 110 hezar dekaran de sêv hildiberînin îsal nêzî 250 ton sêv berhev kirine. Cotkaran diyar kirin ku sêv di qîmeta ku heq dike de nayê firotin.

Li Denîliyê cotkarên ku sêw hildiberînin ji ber ku sêvên wan nayên firotin gilîdar in. Cotkar idîa dikin ku karxane bendewar in ku behayê sêvan dakevib dûvre ew bistînin. Cotkaran diyar kirin ku par kîloya sêvê 1,5 bûye lê îsal necivandî di qîmeta 50 qurîşê de jî nayê firotin.

 “Sêva herî baş wek 50 ya ku ketiye bin darê bi 10 qurîşan jî nayê firotin”

Cotkaran destnîşan kirin ku ew nikarin sêvan bi 50 qurîşan bifroşin. Her wiha wan ragihandin ku sêvên kirmî jî ji teref karxaneyan ve nayê sitandin. Ji cotkaran Muzaffer Palaz di derbarê mijarê de wiha axivî: “En ne ikarin sêvên saxlem û ne jî yên kirmî bifroşin. Em nikarin sêvên herî baş wek 50 yên ku ketine bin darê jî bi 10 qurîşan bifroşin. Di Taxa Emîrhîsarê de di destê 10 taciran de 20 ton sêvên kirmî hene. Par me sêvên kirmî difrot û maliyeta xwe dadixist. Îsal karxaneyên ava fêkiyan sêvên ku ketine bin darê bi 10 qurîşan jî nakire.”

“20 ton sêv di kolanan de wek nefirotî maye”

Palaz ragihand ku cotkar him ji yên saxlem û him jî ji yên kirmî pere qezanc nakin. Dûvre Palaz wiha pê de çû: “Li Çîvrîlê kesên ku bi vî karê re mijûl e bi heman pirsgirêkê re rû bir û maye. Ev yek jî dibe sedem ku li Çîvrîlê derên ku sêv tên helberdan komên sêvan wek sekinandî dimîne. Em yên saxlem bi hêviya ku dê were firotin davêjin nav embarê. Lê yên kirmî kes nastîne. Cotkar ne dikarin sêvên xwe yên saxlem ne jî yên kirmî bifroşin. Di Taxa Emahîsarê de 20 ton sêv di kolanan de wek nefirotî maye. Li vir mêş hene û sêv bêhên didin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir