• DOLAR 32.585
  • EURO 34.869
  • ALTIN 2432.13
  • ...
Dapîr Şamê ya 116 salî wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qosera Mêrdînê Haci Şamê Aydemîra 116 salî ya ku di Taxa Tepebaşi de dijiya wek însana herî pîr a navçeyê dihat zanîn wefat kir.

Haci Şamê Aydemîra 116 salî qernekî li paş hêştibû û di sala 16emîn a qerna 2yan de jiyana xwe ji dest da li Goristana Çeçanê ya navçeyê hat definkirin. Taziyeya wê di taziyexaneya ku li Taxa Tepebaşi ye de tê qebûlkirin.

Şamê dema ku di hilbijartina parlementeran a heyama 25emîn de ray avêtibû wiha axivîbû: “Ez çendîn sal ji êş û alanên ku li herêmê qewimiye re bûme şahid. Divê ku dawî li vî êş û şewatê were û aşitî pêk were. Ji ber vî yekê wek naxweş ez ji nivîna xwe rabûm û hatim da ku ray bavêjim.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir