• DOLAR 32.604
  • EURO 34.816
  • ALTIN 2498.684
  • ...
"Ji xebata mehekî ez hezar kîlometre rê meşiyam"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hinek êzingdarên ku piştî gundê wan hatine şewitandin dûvre ji ber ku tu îş tunebûye xwe bi karê êzingê li jiyanê girtine qala zehmetiyên ku dîtine kirin.

Bahrî Kaçarê Çewligî yê ku 20 sal berê mecbûr maye koçê Diyarbekirê kiriye li navçeya Sûrê bi cî bûye û li wir jî ji ber şerên ku qewimî mecbûr ma derket destnîşan kir ku wî gelek zehmetî kişandiye.

Kaçar ragihand ku mala wî ji ber şerê Sûrê xera bûye û ew wek êzingdarî abaoriya xwe temîn dike. Dûvre Kaçar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nîvê mala min çûye û nîvê wê jî maye. Aliyekê wê xerabe aliyekê wê jî saxlem. Me çendîn caran daxwazname ji rêvebiran re şand. Dê em carekî têketina malê lê ji ber pirsgirêkek em têneketinê. Me alîkariya kirê distand. Alîkariyê birîn.”

 “Li gundê me ya li Çewlîgê 2 malên min hebû; yekê wê PKK ya din jî dewletê şewitand”

Kaçar diyar kir ku berê 2 malên wî hebûne. Lê yekî ji wan dewletê ya din jî PKKê şewitandiye. Dûvre Kaçar wiha pê de çû: “Li gundê me ya li Çewlîgê 2 malên min hebû. Yekê wê PKK ya din jî dewletê şewitand. Jı xwe dûvre em hatin vir. Hemd ji xwe da re ku tu tiştekî ne hat serê min ne jî serê zarokên min.”

Nurî Toprak jî ragihand ku ew bê kar e. Ji ber vî yekê ew perîşan e. Dûvre Toprak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îş tune. Ez bê kar im. 52 salî me. Ne sixorta min ne jî tiştekî min heye. Ez rojek dixebitim 10 roj betal im. Heke ev îş jî nebe dê ez çi bikim. Ez 4 kesan xwedî dikim. Lê ji zarokariya min pê ve sixorta min tune. 20 roj e ku ez vî karê dikim. Ne parlamenter û ne jî rêvebirekê din kêrê min nayê. Ji xebata mehekî ez hezar kîlometre rê meşiyam.”

Mehmet Karakoç jî diyar kir ku ew edî wekê berê pere qerzenc nakin. Lewra êdî gel xeza xwezayî û ceyranê diemilînin. Dûvre Karakoç bal kişand ser pirsgirêkên êzingdaran.

“Êzingdarên qeçax ji me re pirsgirêkan derdixin”

Karakoç destnîşan kir ku ew bi xîzarê dixebite. Dûvre Karakoç wiha dawî li axavtina xwe anî: “Karê me baş e. Lê pir bi şiklê qeçaxtiyê vî karê dikin. Zivistan hat. Divê ku teleb hebin. Lê tune. Ji berê ve ez vî karê dikim. Ji sed malan encax 10ê wê êzingan distîne. Berê her kes êzing distand. Lê niha her kes xeza xwezayî diemilîne. Êzingdarên qeçax ji me re pirsgirêkan derdixin. Em bac didin lê ew bac nadin.” (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir