• DOLAR 32.519
  • EURO 34.799
  • ALTIN 2421.491
  • ...
 "Piraniya însanan ji qedera wan re wek terkkirî hêştin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîm Yavuz Bînbayê ku 15 sal berê SOHRAM-DERê saz kir û wek xizmet li herêmê piştgiriya derûnî, tendrustî û koçê dide kesên ku ji mal warên xwe bûne ji ÎLKHAyê re axivî.

Mîm Yavuz Bînbayê ku 15 sal berê Navenda Rehabîlîtasyon û Adaptasyonê ya Mexdrên ku dûçarê tundiyê bûne û koç kirine SOHRAM-DERê saz kiriye û wek xizmet li herêmê piştgiriya derûnî, tendrustî û koçê dide kesên ku ji mal warên xwe bûne ji ÎLKHAyê re axivî.

 “Pêvajoyekî ya ku ji salên 1990an re rehmet hat xwestin hat jiyandin”

Bînbay di derbarê pêvajoya çareseriyê de wiha destnîşan kir: “Nêzî 3 salan pêvajoyekî hebû. Heke ev bername belavbûyî, kêm-zêde bibe jî hebû. Di pêvajoyê de aramî hebû. Lê mixabin bi taybet li navçeya Sûrê pavajoyekî ya ku hêviya gel şikand çêbû. polîtîqayekî bê polîtîqe hat meşandin. Pêvajoyekî ya ku ji salên 1990an re rehmet hat xwestin hat jiyandin. Di nabeyna heftiyekî de li herêmê 500 hezar kes malên xwe terk kirin. Li Sûr û Baglarê ev yek hatin jiyandin. Me deriyên xwe ji wan re vekir. Wan sûdê ji xizmetên me dîtin.”

“Pêwîst bû ku şaredarî di serî de îhtîyacî û niyaziya gel temîn bikira”

Bînbay di derbarê helwesta şaredariya bajêr de jî axivî. Bînbay wiha pê de çû: “Dewlwt jî şaredarî jî qrîza însanî ya ku pêk hat nekarîn bi rê ve bibin. Gelek kêmasî hebûn. Şaredarî saziya dewletê ye. Lê şaredarî wekê saziya dewletê hereket nekir. wezîfeyên xwe yên eslî pêk neanî. Pêwîst bû ku şaredarî di serî de îhtîyacî û niyaziya gel temîn bikira. Lê me di şaredariyê de xizmetek wiha nedît. Wek SOHRAM-DER me teşwîqê xizmetê kir û em bûn dildar. Lê me tu tiştî bi dest nexist.”

“Amerîka bi politikaya ku wek qaos dimeşîne herêman dikêşe nav şer”

Bînbay qala penaberên Sûrî kir û destnîşan kir ku ew pir mexdûr bûne. Dûvre Bînbay wiha destnîşan kir: “Birayên me yên Sûrî hene. Mirov ji wan re dikare bibêje ensar, mexdûr. Çawa tê navandin bila bê gor me ew mexdûr in. Ji bo me dîn, irq, mezheb ferq nake. Ji me re mexdûr, mexdûr e. Ne milet, ne dîn, ne jî ziman ji me re ferq nake. Heke Ereb mexbûr be mexdûr e. Kurd mexdûr be mexdûr e.Tirk jî Ermenî jî Çerkez jî mexdûr e. Em bi vî ewayê xizmetê didin. Niha dema ku ev birayên me hatin vir ji xeynî Tirkiyê tu kes derî ji van re venekir. Tirkiye ji qiweta xwe zêdetir ji van re xizmet kir. Rewşekî mirovahiyê bû. Bi taybet Amerîka div an salên dawî de bi polîtîkaya qaosê hereket dike. Amerîka bi politikaya ku wek qaos dimeşîne herêman dikêşe nav şer. Hewl dide ku li herêmên zeîf bûye ji nû ve proje saz bike.”

Her wiha Bînbay ragihand ku Bahara Ereban jî wek qetlîama Ereban domiye. Ev yek li welatên wekê Iraq, Yemen, Sûrî, Lîbya, Sudanê ziviriye komkujiyê. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir