• DOLAR 32.6
  • EURO 34.85
  • ALTIN 2499.133
  • ...
Zarok ji bo nimêjê meşiyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Platfoma Nifşa Qur’anê meha Cotmehê wek meha nimêjê îlan kir Dost-Dera Mêrdînê di bergeha zarokên 6-10 salî de bi navê ‘Nûra Çavê min Nimêj’ bernameke lidarxist.

Zarokên ku 15 roj perwerdehiya edakirina nimêjê dîtin piştî ku bi cemaet nimêja nîvro kirin ji teref Dost-Dera Mêrdînê ve sertîfîka û diyariyên wan hat dayîn.

“Em bûn nifşa ku ji Qur’an û Sinetê dûr ketin e”

Alîkarê Serokê Dost-Dera Mêrdînê Ekrem Açilan di der heqê bernamê de agahî da.  Çalişan wiha axivî: “Ev bernameya Platfoma Nifşa Qur’anê ye. Wekê ku tê zanîn em di dinyaya ku însan lê meyl dike de bû nafşa ki ji Qur’an û Sinetê dûr ketin e. Di gel Mislimanbûnê em hêdî hêdî berpirsyarî û melekeyên xwe yên îbadetê ji dest didin.”

 “Nimêj nûra çavê min e”

Açilan di derbarê pêvajoya perwerdehiyê wiha axivî: “Armanca nernameya me ew e wekê kui Hz Muhammed (sxl) wek ku dibêje; ‘Nimêj nûra çavê min e. Nimêj sitûna dîn e.’ û melekeyên ‘ji 7 salan pê ve nimêjê hînê zarokan bikin, dema ku bûn 10 salî bi zorî nimêjê bi wan bidin kirin’ tetbîq bikin. û ji zarokên me yên di nabeyna 6-10 salî de nimêjê bidin hînkirin. Zarokên me bi meleyên ku di warê dînê de wezîfedarin ve bernamekî 15 rojî hat lidarxistin. Di bernam de nimêj, desmêj û termên dînî zarok hîn bûn.”

Açilan diyar kir ku gel eleqe dane bernamê. Dûvre Açilan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di meşe de dît ku malbatên zarokan bi zarokên xwe re meşiyan û piştgirî dan wan. Heta me dît ku hinek pîr û kalên me ji ber vî yekê girîyan. Diyar e ku ev di dilê weliyan de hesretek e. Em hatin rewşek wisa ku dê û bav ji bo edakirina nimêjê şîretê li zarokên xwe dikin lê zarok nimêjê nakin. Armanca me ew e ku em vî hesreta ku di dilê dê û bavan de ye ji holê rakin û ji bo serkeftina zarokan kesayetiyên sexlem pêk saz bikin.”

 “Me dît ku nimêj sitûna dîn e”

Ji xwendewanên ku nimêjê hîn bûye Muhammed Mustafa Nas wiha axivî: “Em li vir hînbûn ku nimêj sitûna dîn e. Em hînbûn divê ku em ji 7 salan pê ve nimêjê eda bikin û bes vî yekê di gotinê de nehêlin. Tetbîqê jiyana xwe bikin.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir