• DOLAR 32.589
  • EURO 34.87
  • ALTIN 2499.378
  • ...
Parêzerê mexdûrên FETO qala bêhiqûqîyên di dozan de kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em dibînin ku ji sedî 70ê van hakim û dozgeran endamê vê rêxistinê ne”

Ozbeklî di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir di pêvajoya binçavkirinê yên di salên 1990-2002an de gelek îşkence hatine kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li listeya wan hakim û dozgerên ku bi qerarnameya di hikmê qanûnê de ji peywirê hatine dûrxistin dinêrin, em dibînin ku ji sedî 70ê van hakim û dozgeran endamê vê rêxistinê ne. Ev kes kesên ku ji xwe re muxalif didîtin hewil dan ji holê rabikin. Hê jî mexdûrîyetên di dosyayên Sîwas, Hîzbullah, ÎBDA-C, Tahşiye berdewam dikin.”

“Lê belê serok, endam û dozgerê vê heyeta mehkemê ji peywirê hatin dûrxistin”

Parêzer Ozbeklî di berdewama axavtina xwe de ji bêhiqûqiyên ku ji teref rêxistina FETO ve hatine kirin re mînakan da û wiha ragihand: “Di sala 2002an de operasyonek li malekê tê kirin û di dema operasyonê de kaxizeke ku li serê Îbrahîm Xoce dihat nivîsandin ji teref endamên vê rêxistin parelel ve tê têxistin malê û ev kaxiza ku diyar dibe ji teref kesekî ku Kurdî nizanî ve hatiye nivîsandin di dosyayê de ji teref heyeta mehkemê ve wek delîl hat nirxandin.Lê belê serok, endam û dozgerê vê heyeta mehkemê ji peywirê hatin dûrxistin.”

Ozbeklî di berdewama axavtina xwe de qala ji teref endamên rêxistina parelel ve revandin û qetilkirina Cevzet Soysal kir û her wiha destnîşan kir ku ev revandin û qetilkirin di kitêba Sabrî Uzunê ku di wextê xwe de di îstîxbarata Êlihê de wek karker dixebitî de  jî derbas dibin.

 “Behsa 3 Abdullahan tê kirin, we ceza da kîjan Abdullahî?”

Ozbeklî qala ecêbmayiyên ku di doza muwekkîlê wî yê bi navê Abdullah Becerîklî de hatine dîtin kir û wiha got: “ Abdullah Becerîkliyê ku li ser nufûsa Bîngolê qeyidkiriye hat binçavkirin.Doz li 5emîn Mehkemeya Cezaya Giran hat dîtin.Di rûniştina ewil da hat tahlîyekirin; lê belê di rûniştina duyemîn de ceza jê re hat dayîn.Di dosyayê de qala 3 Abdullahan tê kirin.Abdullahê birayê Xalîdî, Abdullahê elektrîkvan û Abdullahê ku li maliyê dixebite.Qerar hat dayîn û ji endamtiya rêxistinê ceza jê re hat dayîn.Min  ji serokê mehkemê re got ku behsa 3 Abdullahan tê kirin, we ceza da kîjan Abdullahî?Ji min re got ku heval bi vî awayî teqdîr kirin.Mixabin ku li vê ednigariyê gelek dozên mîna vê hene.”

“Heke di bergeha gotinên serokomarî de tiştin bên kirin dibe ku ev mexdûriyet ji rastê bên rakirin”

Ozbeklî di dawiya axavtina xwe de gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî “ Çi heyf û mixabin ku ev bû 5-10-15 sal ku hemwelatiyên me yên ku di girtîgehan de dirizin hene, ev tişt qewimîn. Vêga me serarastkirina  vê yekê bi dest xist” bi bîr anî û destnîşan kir heke di bergeha gotinên serokomarî de tiştin bên kirin dibe ku ev mexdûriyet ji rastê bên rakirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir