• DOLAR 32.342
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2322.298
  • ...
Hat îddîakirin Serokê Şaredariya Artukluyê esnafê navçê tehdîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Esnafê navçê yê ku teleb dikir çopên ku li Taxa Yenîşehîrê bûne lod, bên paqijkirin  hat îddîakirin ji teref Serokê  Şaredariya Artukluya Mêrdînê Emîn Irmak ve hatine tehdîdkirin.

Nîştecihên taxê berî niha ji ÎLKHAyê re destnîşan kiribûn ku şaredarî ev 6 meh e ku li taxê paqijiyê nake û ev yek jî dibe sedema nexweşiyan.

Piştî ku xebera lodbûna çopan a li taxê di xeberan de derket re  Serokê  Şaredariya Artukluya Mêrdînê Emîn Irmak digel 50 kesî hat Kolana Walî Ozan.Irmakê ku hat diyarkirin talîmata paqijkirina çopan daye hat îddîakirin esnafê taxê tehdîd kiriye.

“Hewil dan xwe ji meselê bişon”

Dikandar Abdulwehab Bakiyê ku ji teref Serokê Şaredariya Artukluyê Emîn Irmak ve hatibû tehdîdkirin di derbarê mijarê de destnîşan kir serokê şaredariyê digel 50 kesî hat vê derê û hewil dan zextan li me bike û me bitirsîne.Dikandar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Binê avahîya li kêleka me tijî çop bûbû.Me ji bo ev çop bên ber hevkirin roportaj da ÎLKHAyê.Piştî ku ew xeber hat weşandin re ev çop hatin paqijkirin, lê belê dû re digel 40-50 kesî hatin ba kesê ku roportaj dabûn û hewil dan zextan lê bikin.”

 “Seroka Şaredariyê got ku ‘ Hûn ê çopan berhev bikin”

Bakî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Serokê Şaredariyê bi şikleke tehdîdwarî axavtiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Serokê Şaredariyê digel 40-50 kesî hat û bi şikleke tehdîdwarî got ku ‘ Ev çopa we ye, ev der ber devê dikana we ye, ger ku hemwelatî çop diavêje hûn ê paqij bikin.’ Me jî ji wan re got ku karê paqijiyê karê şaredariyê ye, divê hûn konteynira çopê deynin vê derê, ji xwe em devê dikanên xwe her tim  paqij digrin.”

 “Vê dikanê bigrin û jê re ceza bibirin”

Bakî di dawiya axavtina xwe de diyar kir serokê şaredariyê talîmat daye zabitayên digel xwe, da ku dikana wî bigrin û jê re ceza bibirin.Dikandar Bakî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku min ji Serokê Şaredariyê got ku karê paqijiyê karê şaredariyê ye ji wan zabitayên cem xwe re got ku ‘Vê dikanê bigrin û jê re ceza bibirin.’Bi vî şiklî gef li min xwar.Ger ku wan karê xwe kiribana tu kes ne gilî dikir ne jî roportaj dida.Ev kolan bû 6 meh ku ji çopê nayê derbas bûn.Dema ku gazin û gilî tên  kirin jî tên vê derê û me tehdîd dikin.Dema ku mirov wan rexne dike tên mirov tehdîd dikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir